Diyarname
3 roj berî hilbijartinê dadgehê cezayê Hatip Dicle erê kiribû, lê îro encameke nû derket holê: Hatip Dicle dê bikaribe bibe mecbû.
Dadgeha Amedê salek û 8 meh ceza li Hatip Dicle birîbû û dadgeha bilind jî 3 roj berî hilbijartinê ev ceza erê kiribû. Li ser vê her kes li bendê bû ku dê çi bibe? YSK'ê (Lijneya Bilind a Hilbijartinê) gotibû ku heta em parastina Dicle negirin pirsgirêk nîn e. Li ser vê di hilbijartinê de Dicle bi ser ket û wekî mebûs hat hilbijartin. Vê carê jî li benda biryara dadgehê man ku dê çi bike... Parêzerên Dicle serî li 11'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê da û xwest cezaya ku li Dicle birîne li ber rojên ku Dicle li dadgehê maye bidin û ceza wekî di hepsê de derbas kiriye bihesibînin. Dadgehê rojên ku Dicle di girtîgehê de maye hesab kir û îro (roja 16.06.2011) pêşniyara parêzeran qebûl kir. Li ser vê yekê tu astengî li pêşiya Dicle nema û dê ew bikaribe bibe mebûs.
Parêzerê Dîcle, Fethî Gumuş li ser mijarê de agahî da DÎHA'yê û diyar kir ku biryara dadgehê astengiya heyî ji holê rakir. Gumuş got ku êdî her tişt di destê YSK'ê de ye û dê sibê (17'ê pûşperê) ji bo mazbataya Dîcle bigirin serî li Lijeneya Hilbijartinê ya Amedê bidin. Gumuş, da zanîn ku piştî mazbata girtin dê ji bo hemû wekîlên girtî serbest bên berdan dê serî li dadgehan bidin.