Amed
Ji bilî sê kesan, lîstikvanên din ên Diyarbekirsporê ji ber ku pereyên xwe negirtin îro derneketin îdmanê.
Diyarbekirspor di nav zehmetiya aboriyê de ye. Ji ber ku pereyên klûbê nîn in nikare pereyan bibîne û bide lîstikvanan. Lîstikvanan jî ji ber ku pereyên xwe negirtin ji bilî sê heban ewên din îro derneketin îdmanê. Kaptanê tîmê Bariş Ataş, Abdullah Çetin û İbrahim Ulum tenê derketin îdmanê.
Berdevkê Çapemeniyê yê Klûbê Suat Onen li ser meseleyê wisa got: "Me bi lîstikvanên xwe re civîneke çêkir. Wan got ku ji ber me pereyên xwe negirtiye û ji bo raya giştî haydar bikin derneketin îdmanê. Lîstikvanan got ku rêveberî bi tenê maye û xwestin bi vê çalakiya xwe balê bikişînin raya giştî ku xwedî li tîmê derkeve. Me lîstikvan qanî kirin sibê dê derkevin îdmanê."
Kaptanê tîmê Bariş Ataş jî ji bo malpera Diyarbekirspor.orgê wisa gotiye; "Em bawerin klûb dê bikaribe van pirsgirêkan derkeve. Em wekî tîm em yek in lê em wekî zarokên vê herêmê me ji lîstikvanên din destûr girt û em derketin îdmanê."