Diyarname
Şaneşîn Performansê bernameya xwe ya meha avrêlê eşkere kir. Bernamê 6'ê mehê bi lîstina "Înfaz"ê dest pê dike û 30'ê mehê bi lîstika "Mişk û Mirov" dê bi dawî bibe.
Li gor agahiya ku Şanşînê belav kiriye rojên 7 û 8'ê mehê lîstika "Uyku" (saet 20.30) wê bê pêşkêş kirin.
Lîstikvan Erdal Kaya bi stand-upa xwe "Vik û vala" roja 12'yê mehê bi du seansan li ser sehneya Şaneşînê ye. Saet 16.00 û 20.00'an de ewê stand-upa xwe pêşkêş bike.
"Galegal" 13'yê mehê wê li ser dikê be û 15'ê mehê lîstika "Mişk û Mirov" bi promiyera xwe wê li pêşberî şanohezan be.
Li gor bernameyê "Kalkiş_ma" 20'ê mehê, lîstika zarokan "Şengê û Pengê "27'ê mehê (saet 15.00), "Zîd û Han" heman rojê (saet 19.30) wê bê lîstin. Her wiha Stand-apa Egemen Şimşek jî 28'ê mehê li ser dikê ye.
Di nav bernameya Şaneşînê de konserek û panelek jî hene.
Bi navê "Piyano'nun Kadinlari" 19'ê mehê saet 19.30 de konserek heye. 21'ê mehê jî bi navê "Çîroka kurdî ji doh heta îro" bi beşdariya Bajar Mîrzeman, Burhan Tek û Umran Aran li dar dikeve.