Diyarname
Di maça yekemin a çarîk fînalê ya Euro 2024'an de Almanya û Spanya hatin hemberî hev. Her du tîmên favorî di nîveka yekemin de nekarîn bi hev: 0-0.
Almanya û Spanya heta niha 3 caran hatibûn hemberî hev, 2 caran Spanya bi ser ketibû. Heta niha di tûrnûvayê Ewropayê de tu demê malxwê di çarîk fînalê de têk neçûye. Almanya di dîroka Kûpaya Dinyayê (14) û Turnuvaya Ewropayê (5) de tîmek e ku herî zêde maçên çarîk fînalê lîstiye. Almanya di her çar çarîk fînalê heta niha de her derbasî nîv fînalê bûye.
Maç bi van îstatîkan li Mercedes-Benc Arenayê ya Stutgardê dest pê kir.
Şûtê yekem di deqîqeya 1'ê de ji Pedri yê Spanyayê hat. Heman Pedrî di deqîqeya 8'an de seqet bû û ji maçê derket; Olma ket cihê wî.
Deqîqeya 13'yan de Rudiger li hemberî Olmo faul çêkir û qerta zor dît. Deqeyan 14'an de Yamal ji 22-23 metreya ji firîkîkê gog şand keleha almanyayê lê gog ji ber dîrekê re çû derve.
Deqeya 21'ê de şûtê Almanyayê hat: Havertz li nav pêş kelehê xweş xwe bilind kir, bi serî lê da lê Simon destûr neda golê.
Deqe 28'an de ji Almanyayê Raum qerta zer dît.
Nîveka yekemin bi 0-0'ê i dawî bû.
Spanya bi lezek mezin dest bi nivîka duyemîn kir. Di serî de spanyolan şût avêt encam derneket. Di deqîqeya 51'ê de Yamal gog ji Olmo re şand, Olma xweş lê da: 1-0.
Almanyayê di deqîqeya 89'an de bi Witz bersev da û nîveka duyemîn jî ib 1-1'ê bi dawî bû.
Maç derbasî 30 deqîqeyên zêdek bû.
Deqe 120+5 gol Carvajal: 2-1. Di demên din de gol nehat û Spanya derbasî nîv fînalê bû.
Fransa bi penaltiyan Portekiz têk bir
Maça diduyan a rojê di navbera Fransa û Portekîzê de bû. 90 deqe bê gol bi dawî bû û 30 deqîqeyên zêdek hatin lîstin lê dîsa encam neguherî. Maç derbasî penaltiyan bû.
Di penaltiyan de Fransa bi 5-3 bi ser ket û derbasî nîv finalê bû. Portekiz têk çû.
Bi vî awayî di nîv fînalê de Spanya û Fransa bûn reqîbên hev.
**
Sibê du maçên dawî yên çarîk fînalê têne lîstin û nîv fînalîstên din diyar dibin.. Bername wisa ye:
Sibê. 06.07.2024:
- Îngilistan - Swîsre, saet 19.00
- Hollanda - Tirkiye. saet 22.00
**
Hemû notên li ser EURO 2024'an di vê lînkê de ne:
- EURO 2024
- Don Kîxotî jî nikaribû ew qas êrîşan bike!
- Fîkstur, komên tûrnûvayê û pûanên wan (ev her roj tê nûkirin)