Dengê Rusyayê dest bi weşanê kir
Moskova
Radyoya Dengê Rusyayê ku ji aliyê hukumeta Rusyayê ve tê fînansekirin dest bi weşana bi kurdî kir.
Radyoya Dengê Rusyayê bi 36 zimanan weşanê dike. Radyoya 19'ê mehê yekem weşana xwe ya bi kurdî kir.
Di weşana xwe ya yekem de peyama Cîgirê Serokwezîrê Herêma Federe ya Kurdistanê Kosret Resûl Elî û peyam Serokê Parlemena Kurd Ednan Muftî hat xwendin.
Radyo ku bi awayeke fermî dest bi weşana xwe kir dê her êvarê di navbera saet 8-9'an de weşanê bike.
Malpera radyoyê ku niha îngilîzî, rusî, almanî, fransî, tirkî jî têde bi ser 30 zimanî de hatiye amadekirin ê bi kurdî tişteke lê nehatiye kirin.
Malpera radyoyê:
http://www.ruvr.ru/


