Diyarname
Festîvala Fîlman a Mannheim-Heidelberg ku piÅŸtî Cannes û Berlînê yek ji festîvalên herî kevn û ya mezin e xelat da fîlmê derhêner Kazim Oz ê bi navê "Demsala dawî. Åžewaxan".
58'emîn Festîvala Mannheim-Heidelberg ku di navbera 5-15'ê vê mehê li dar ket fîlmê derhênerê fînlandî Klaus Haro yê bi navê "Postia Pappi Jaakobille" girt. Di festîvalê de belgefîlmê Kazim Oz jî Xelata Taybet a Juriyê girt. Di beÅŸa pêÅŸbaziya navneteweyî ya belgefîlman de 200 belgefîlm hebûn.
Åžaredarê Bajarê Mezin ê Mannheimê Dr. Peter Kurz di merasima xelatdayînê go ku festîvala wan 6'emîn festîvala herî kevn û ya herî mezin a dinyayê ye û diyar kir ku ji welatên cihê yên dinyayê derhênerên ciwan li vê derê berhemên xwe nîÅŸan didin.