Ahmet DERE
Di pêvajoya çareseriya pirsgirêka kurd de asteke nû derketiye holê. Digel nêzîkatiyên sar û ne dicih de ên rayedarên tirk, bi taybetî ji destpêka sala 2009’an vir ve bûyerên dîrokî diqewimin. Ya herî girîng ew e ku di nêzîkatiya raya giştî a tirk û kurd de germahiya ji bo aştî û biratiya gelan çêbûye. Her ku diçe ev rewşa erênî pêşdikeve û li ser tevahiya Tirkiyeyê bandorê çêdike.
Gelê kurd ji salên 1970’yan û vir ve têkoşînekê bêhempa dimeşîne. Heya niha bi dehan hezaran ciwan, kal û zarokên kurd jiyana xwe ji dest dane. Pir kêm malbat hene ku zarokên xwe nedabin vê têkoşînê. Bi sedan hezaran kurdan bi dehan salên emrê xwe dane ji bo pêşxistina vê têkoşînê. Her ku diçe hejmara xebatkarên têkoşîna gelê kurd zêdetir dibe. Her mirovê dilxwaz û welatparêz, li ku dibe bila bibe, bi çi rêbazî dibe bila bibe, divê keda xwe tevlî vê têkoşînê bike.
Min di pir nivîsên xwe de jî aniye ziman, Gelê kurd tim ji bo aştî û biratiya gelan qêriya ye. Bi taybetî ji meha gulanê û vir ve bi armanca heman daxwazê ew di nava pêvajoya çalakiyan de ye. Heya niha di bi dehan çalakiyên mezin ên girseyî de kurdan daxwaza xwe aniye ziman. Birêz Abdullah Ocalan jî, di çarçoveya derfetên xwe de tevlî heman pêvajoyê dibe. Bi banga Ocalan duh du Komên Aştiyê ji Maxmûr û Qendîlê vegeriyan bakûrê Kurdistanê.
Li Tirkiyeyê û li Kurdistanê raya giştî li benda encamên hatina Komên Aştiyê bû. Dema ku ez van hevokan dinivisînim her du kom jî azad hatine berdan. Bi dehan hezaran kurdan ven Komên Aştiyê pêşwazî kirin. Ji vir bi şûnde wê helwesta rayedarên dewleta tirk çi dibe bila bibe, çawa dibe bila bibe, ev jesta birêz Ocalan û ya KCK’ê xwediyê wateyeke dîrokî ye. Her kesê ku mêjiyê wî dixebite nikare bêje ev hatina Komên Aştiyê teslîmkarî ye. Divê ev hatina koman wekî şanseke mezin ji bo pêşxistina pêvajoya aştiyê were dîtin û pejirandin.
Ji destpêka sedsala 21’emîn û vir ve ne konjonktûra cîhanê û ne jî ya Tirkiyeyê wekî ya sedsala borî nîn e. Ne tenê li Tirkiyeyê, her wiha di tevahiya cîhanê de rewşeke nû derketiye holê. Dengê aştiyê ku ji sala 2000’î vir ve derdikeve ne wekî yên dema borî ye. Çi li Tirkiyeyê û çi jî li Kurdistanê atmosfereke cuda û erênî heye. Digel hin gumanên min, ez bixwe jî vê atmosferê erênî dibînim.
Wekî tê zanîn, ji meha gulanê û vir ve, bi awayeke fermî Wezîrê Karên Hundir ê Tirkiyeyê Beşir Atalay wekî berdevkê hikumetê yê ku pêvajoya “Vekirina Demokratîk” dimeşîne hatiye wezîfedarkirin. Ji 4 mehan vir ve wî bi cur be cur saziyan re hevdîtinan pêkanî. Lê belê digel pir daxuyanî û hewldanên hikumeta tirk heya niha me tu rewşeke pir erênî nedîtiye. Ez hêvîdarim ji îro bi şûn de wê ev pêvajo bikeve asteke nû, ya çareseriyeke rast û mayîn de.
Mixabin her tişt li gorî daxwaza me ya xweşbîn nameşe. Dîsa li Tirkiyeyê hemû derdor di nava helwesteke erênî de nîn in. Bi taybetî partiyên wekî CHP û MHP di kemînê de ne ku vê pêvajoyê sabote bikin. Ev du partî, bi taybetî jî MHP, ketiye nava hewldaneke pir bilez daku pêvajoya aştiyê pêşnekeve.
Li hemberî bûyerên ku diqewimin, divê derdorên aştîxwaz û demokrat hewlbidin ku ev pêvajo ber bi astekê hê xweşbîntir ve biçe. Heke ev fersend jî were windakirin, mixabin wê dîsa pêvajoyekê reş û tarî dest pê bike. Ev jî ji bo gelê kurd û her wiha jî ji bo tevahiya Tirkiyeyê dibe sedemê zêdetir êş û kederan.
20.10.2009
***
Nivîsên Ahmet Dere yên ku berê di Diyarnameyê de hatine weşandin: