Diyarname
Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî di qezaya helîkopterê de miribû, niha ji bo kesek bê hilbijartin li Îranê dema hilbijartina serokomariyê ye. Ji berendaman Mesûd Pezeşkiyan kesekî ji Mehabadê ye.
Li Îranê 61 milyon hilbijêr hene. Hilbijartin îro dest pê kir û heta êvarê saet 18.00'an didome. Pêdivî pê bê dîtin komisyona hilbijartinê dikare vê demê dirêj bike. Roja 27'ê mehê du berendaman xwe bi paş ve kişand. Niha çar berendam hene, sê jê mihafezekar, yek jê reformist. Yê reformist Mesud Pezeşkiyan e. Yên din Muhammed Bakir Kalibaf, Saîd celîlî û Mustafa Purmihemedî ne.
Ji berendaman yek bi ser sedî 50'î de dengan bi dest nexe dê hilbijarin derbasî dora diduyan bibe. Dora diduyan 5'ê tîrmehê li dar dikeve.
Berî hilbijartinê bi rojek ISPA'yê (Ajansa Anketa Xwendekarên Îranê) li 31 eyaletan ligel 3589 kesên bi ser temen 18'an re anket çêkir. Di anketê de reformxwaz Mesud Pezeşkiyan bi sedî 33,1 yekemin derket. Berendamê din, Sekreterê Gişt^iyê Konseya Biind a Ewlehiya Neteweyî Said Celîlî bi sedî 28.8 duyemîn û berendamê din ê mihafezekar Mihemed Bakir Kalibaf bi sedî 19.1 sêyemîn derketiye.
Tiştê balkêş Serokê Meclisê Kalibaf berê di anketan de yekemîn dixuya, lê di vê anketê de sêyem derket.
Du berendamên vekişiyan Emir Huseyîn Kadizade Haşimî bi sedî 2,8 û Ali Riza Zakani bi 2.1 derket. Û berendamê mihafezekar Mustafa Purmihemmedî jî sedî 1.4 derket. Purmihamedî jî Wezîrê Karên Hundir ê berê ye.
Ji berendaman Mesûd Pezeşkiyan ji Mehabadê ye. Diya wî kurd, bav azerî ye û ew 69 salî ye. Îhtîmala mayîna dora diduyan a Pezeşkiyan heye, lê serketina wî ne diyar e.
Îran niha di serî de meseleya aborî û siyasî bi gelek meseleyan re rû bi rû ye.
Mesûd Pezeşkiyan kî ye?
Mesûd Pezeşkiyan ji sala 2008'an ve endamê parlemenê ye. Di navbera 2016-2020'î cîgerê serokê parlemenê bû. Ew doktorê dilî ye, loma jî demek dirêj di Parlemena Îranê de wekî endamê komisyona tenduristiyê kar kiriye. Di destpêka 2000'î di kabîneya Serokomarê Îranê Mihemed Hatemî de Wezîrê Tendurisyê bû.
Konseya Mihafezekar a Îranê di hilbijartina sala 2021'ê de berendamtiya wî betal kir û nehişt ew bibe berendam

Tê gotin ku Mesûd Pezeşkiyan dayik kurd, bav azedî ye û ji Mehabadê ye. Pezeştiyan ji Tebzîrê bi salan e parlementer e.
Not: Fotoyê yekemîn ji hilbijartina 2021'ê ye. Fotoyê Pezeşkiyan nû ye (Reutersê belav kir ji Majid Asgaripour/WANA girtiye)


