Platforma Yekîtiya Jinên Kurd hat avakirin
Diyarname
Îro li Demir Otela li Amedê jinên kurd hatin ba hev û civîn li darxistin. Di encama civînê di çarçoveya "Yekîtiya neteweyî" de Platforma Yekîtiya Jinên Kurd ava kirin.
Bi banga jinên kurd karsaz Ferda Cemiloglu, Hevseroka Giþtî ya ÎHD'ê (Komeleya Mafên Mirovan) Eren Keskin, Mebûsa HDP'ê ya Amedê Feleknas Uca, aktîvîst Gulten Kaya, rojnameger-nivîskar Nurcan Baysal, Siyasal, Endama Lijneya Rêveberî ya SAMER'ê (Navenda Lêkolînên Civakî) Yuksel Genç, hunermend Mizgîn Tahir, aktîvîst Duysal Karataþ îro jinên kurd hatin ba hev û civîn li dar ket. Di civînê de temamê rojê di bin sernavê "Jinên kurd pêvajoyê nîqaþ dikin" de guftûgo hatin kirin.
Jinan ragihand ku Platform gihîþtiye wê encamê ku Platforma Yekîtiya Jinên Kurd bikeve nava hewldanan ku zimanekî mîlîtarîst, serdestiya zayendî, zayendparêz neyê bikaranîn. Dîsa Platform wê hewl bide ku kurd di nav têkiliyên cudakar nebin.
Jinan xebata xwe bi diruþma "Jin jiyan azadî" bi dawî kir û bi hev re wêne kiþandin.