Diyarname
Xelata "Golden Foot" (Pêlava Zêrîn) ku her sal didin lîstikvanekî serketî îsal dan Roberto Carol ê Fenerbahçeyî.
Kesê ku dê xelata "Golden Foot" bigire ji aliyê efsaneyên fûtbolê ve tê diyarkirin. Par lîstikvan Roberto Carlos ji bo vê xelatê berendam bû lê Alessandro Del Piero (Lîstikvanê Juventusê) ev xelat girt.
Îsal dîsa Roberto Carlos wekî berendam hatibû nîşandayîn. Piştî dengdayîna li ser înternetê Carlos bû xwediyê "Pêlava Zêrîn".
Carlos li Monte Carloyê bi merasimekê xelata xwe ji destê Prensê Monacê Albertê Duyem girt.
Piştî xelatgirtinê Carlos şopa xwe li Kuçeya Şampiyonan hişt. Di nav futbolkarên navdar de ku şopa xwe li vê kuçeyê hiştine de Zinedine Zidane, Luis Suarez, Igor Belanov û Roger Milla jî hene.
Di salên borî de van kesan xelata "Pêlava Zêrîn" girt:
2007: Alessandro Del Piero
2006: Ronaldo
2005: Andriy Shevchenko
2004: Pavel Nedved
2003: Roberto Baggio