Diyarname
Lijneya Bilind a Hilbijartinê (YSK) ya Tirkiyeyê li gor nifûsa bajaran hejmara mebûsên hin bajaran guhart. Ev yek bi kêrî Dêrsimê hat ji ber ku li Dêrsimê mebûsek zede bû.
Li gor agahiya YSK'ê tenê li 7 bajaran hejmara mebûsan guherî. Li gor encama nû li Dêrsim, Bursa, Eskişehirû Bayburtê mebûsek zêde bûye. Li Stenbolê 2 û li Hatay û Kutahyayê jî mebûsek kêm bûye. Bajarên din wekî xwe mane. Li Dêrsimê di hilbijartina çûyî de tenê mebûsek dihat hilbijartin, niha dê du mebûs bûne hilbijartin.
Wekî herêm jî Stenbol û Enqere kirine 3 herêmên hilbijartinê, İzmir û Bursa jî li du herêman hatine parvekirin.


