Amed
Şaredariya Peyasê diyar kir ku di rojên dawî de ji ber ku li ser navê hevşaredaran bang li welatiyan tê kirin û pere tê xwestin, gelek gilî ji şaredariyê re hatine û ji bo vê yekê şaredarî hişyarî da.
Di daxuyaniya hatiye belavkirin de hat gotin ku gel haydar bin û wisa hat gotin; “Li hemberî ev hewldanên xapandinê gelekî girîng e ku hemwelatiyên me baldar bin. Li ser navê Hevşaredar an jî Şaredariya me ji tu kesî û saziyê, bi vî awayî tu daxwaza pereyan nayê kirin. Em tika dikin ku ji xeynî bangên kanalên fermî yên ragihandinê yên Şaredariya Peyasê, divê li ser tu bangê neyê sekinandin, hemwelatiyên me dema ku rastî rewşeke wisa hatin jî, divê bi lezgînî agahiyan bidin şaredariya me.”
Li şaredariyên din jî karên wisa hatibûn kirin û şaredaran hişyarî dabûn.