Diyarname
Li Tirkiyeyê hejmara temaşevanên muzîka koroyê, opera û baleyê diyar bû. Amedî çûne temaşeya muzîka koroyê lê bi giştî temaşevanên opera û baleyê kêm bûne.
Di serdema 2015-2016 ya opera û bale de li gor sala berî wê sedî 19,1 di warê tameşvanan de daketinek çêbûye. Di serdema 2015-16'an de bi giştî 272 hezar û 578 kesî li van huneran temaşe kiriye. Di hejmara berhemên ku hatine lîstin de jî sedî 10,5 daketin çêbûye ku bi temamî 170 lîstik hatine pêşkêş kirin.
Li temamê Tirkiyeyê tenê li 6 bajaran di bin banê Midûriyeta Giştî ya Opera û Baleyê de opera û bale hatine pêşkêş kirin. Her wiha 6 orkestra, 13 koro û 9 komên muzîkê ên girêdayî Midûriyeta Giştî ya Hunerên Bedew hunerên xwe pêşkêş kirine. Di serdema 2015-16'an de li van 6 bajaran hemûyan di hejmara temaşevanan de daketinek çêbûye. Li gor serdema berê wê serdema 2014-15'an herî zêde bi sedî 27,5 li Mêrdînê, dûre bi sedî 26,3 Stenbolê û paşê bi sedî 22,9 li Îzmîrê hejmara temaşevanan ketiye.
Li gor agahiyên di temaşekirina muzîka orkestrayê de herî zêde li Bursa temaşevan zêde bûne, herî zêde li Antalyayê kêm Bûne.
Di warê muzîkên koroyê de jî daketinek çêbûye. Di hejmara nîşandayînan de sedî 11,1 daketin çêbûye. Di ware hejmara temaşevanên muzîka koroyê de, di nav 10 bajaran de herî zêde bi sedî 20,2 li Samsûnê pêşketin çêbûye. Her wiha li Amed û Elezîzê jî sedî 20 hejmara temaşevanên muzîka koroyê zêde bûye. Di vî warî de herî zêde li Sêwasê hejmara temaşevanan kêm Bûye.
Interpressê ji daneyên Saziya Îstatîstîkan a Tirkiyeyê agahî dane hev û diB^je ku ji serê salê ve heta niha der barê opera, bale, orkestra û Komên Muzîkê de 71 hezar û 580 nûçe hatine çêkirin.