Diyarname
Bi sedar kesên ku ji bo Hecê çûne Erebistana Siûdî mirine. Agahî ne zelal in lê qala 900 kesî tê kirin.
Li Erebistana Siûdî pîleya germê derketiye bi ser 50'î re. AFP'ê agahî ji çavkaniyê dîplomatîk ên ereban girtine û li gor vê dibêje, piraniya kesan ji ber germê mirine.
Li gor nûçeya BBC Tirkî, ajansa nûçeyan AFP'ê ragihandiye ku hejmara kesên mirine derketiye 900 kesî. Reutersê qala 562 kesî kiriye. Gelek kes jî winda ne.
Rayedarekî misrî ji bo AFP'ê gotiye, "Li Misrê 1400 kesî ji bo xizmên xwe serîlêdana 'winda' ne kirine."
Çapemeniya tirkî gotiğe ku di nav kesên mirine de 23 tirk hene. Di nav kesên mirine e ji Tunus, Îran, Senegal û Endonezyayê jî hene.
Wiyalet Mistefa ku ji Pakistanê çûbû hecê ji bo Reutersê wisa gotiye, "Gelek dijwar bû. Wisa germ bû mirovan debar nedikir."
1.8 MÎLYON KES ÇÛNE HECÊ
Li gor rayedarên siûdî îsal 1.6 milyon kes ji derve, bi giştî mîlyonek û 800 hezar kes çûne tefaya Hecê.
Di sala 2015'an de, di îzdîhamê de ji 2 hezarî zêdetir kes miribûn. Par 240 kes miribûn.


