Wan
Yekemîn Festîvala Fîlman a Gola Wanê ya Navnetewî duh êvarê dest pê kir. Festîvala ku dê heta 22’yê mehê li dar ber Serokatiya Juriyê derhêner Yeşîm Ustaoglu dike.
Di festîvalê de li ser Gola Wanê tê sekinîn û bingeha festîvalê di bin sernavê "Ji bo Wanê..." de hatiye amadekirin. Di festîvalê de 14 fîlm ji bo "Xelatên sînemaya încî kefalî" bi hev re dikevin pêşbaziyê.
Festîval bi hevkariya Şêwirmendiya Huner û Çandê ya Bajar û Komeleya Sînema û Aştiyê festîval li dar dikeve. Ji bo vekirina festîvalê li Navenda Çanda Wanê kokteyleke li dar ket û dûre fîlmê Seyfî Toraman (îsal wefat kiribû) "Bê çaretiya me ya mezin" hat nîşandayîn.
Koordînatorê Giştî yê Festîvalê Bager Oguz Oktay der barê amadekirina festîvalê wisa got: "Armanca pêkanîna festîvalê ev e ku bername û faliyetên sînema û hunerê li bajarê Wanê zêde bike û ji bo gelê herêmê di atolyeyan de der barê hişmendiya sînemayê de fêrbûnekê çêbike û gel teşwîqê temaşekirina sînemayê bike."
Oktay diyar kir ku her wiha ew dixwazin bi semîner û filmên cuda di qada çandî de gel aktîf bikin û wiha got: “Hewldana me ew e ku em hunermendên sînemayê li Wanê bînin cem hev, di qada navneteweyî de prestîja bajêr derxin pêş û di qada çandî de nirxa wê derxin holê.”