Diyarname
Di maça duh a Amed Spor û Mersîn Îdmanyurdu de li Mêrsîmê faşîst ketibûn sehayê û êrîşê lîstikvanê Amed Sporê Denîz Nakî kiribûn. Nakî daxuyaniyek weşand û got; "Bila ew wisa xirab nêzî me bibin, emê helwesta xwe ya dayîna kulîlkan a ji bo wan bidomînin."
Li ser vê Nakî ji malpera xwe ya facebookê daxuyaniyek weşand, sipasiya her kesî kir ku ji ber bûyera duh lê geriyane, peyam weşandine û wisa got: "Ev bûyer ji dêvla min aciz bikin zêdetir min motîve dikin. Tu hêz dê nikaribe îsal pêşî me bigire ku nehêle em bibin şampiyon û kûpayê bibin cem kaptanê me. Wekî kaptanê me yê rehmetî Şehmuz Ozer gotibû, 'Bila ew wisa xirab nêzî me bibin, emê helwesta xwe ya dayîna kulîlkan a ji bo wan bidomînin.' Lê ji niha û pêde ne tenê kulîlk emê bi têra xwe golan jî diyarî wan bikin. Em hevrêyên kaptanê me yê rehmetî ne. Yên xirab nêzî me bibin em ê jî bi heman awayi nêzî wan nebin. Wekî Seyîd Riza gotiye, 'Min nekarî bi derewên we ev ji bo min bû derd, lê min jî li hemberî we serî netewand bila ev jî ji bo we bibe derd.' Ew sal îsal e. Bi silav û hurmet."
**
Nûçeya eleqedar:


