Diyarname
Fûara Pirtûkan a Amedê îro dest pê kir. Amadekarên fûarê neheqî li helbestvan Berken Bereh kirin, wî jî fûar şermezar kir.
Fûara Pirtûkan a Amedê îro des pê kir. DTSO û Eylul Fuarcilik fûarê li dar dixin. Îro bernameya helbestvan Berken Bereh hebû. Li gor bernameyê divê saet 4'an de bername dest pê bikira. Lê ji ber bernameya Serokê Meclisa Tirkiyeyê yê berê Bulent Arinç ev bername bi paş ve avêtin saet 5'an. Bereh hat bernameyê, ev yek şermezar kir û ji salonê derket.
Bereh got "Bimre koledarî" û ji salonê derket.
Wekî notek: Piştî van nîqaşan hezkiriyên Berken Bereh li salona ketina fûarê hatin ba hev û bi hev re gotûbêja xwe saz kirin.
(Foto ji vîdyoyê Murat Bayram hatiye girtin)
**
Nûçeyên Eleqedar:
- Fûara Kîtaban ay Amedî dest pa kerd
- Piştî çar salan li Amedê carek din Fûara Pirtûkan li dar dikeve