Diyarname
Ji bo Parlemena Ewropayê (PE) hilbijartinan dest pê kir. Ji ber rastgirên tundraw pêş ketin, li hin welatan îstîfayan dest pê kir. Fransa û Belçika tevlihev bûn, welatên din nîqaşê dikin.
FRANSA
Ji ber di Parlemena Ewropayê de rastgir bir ser ketin, Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron meclisa wan Meclisa Neteweyî fesh kir û biryara hihbijartina pêşwext da.
Macron êvarê saet 22.00'an de bi ser hesabê xwe re vîdyoyek belav kir û biryara xwe ragihand.
Di hilbijartina PE'y^ede partiya rastgira tundiraw RN (Partiya Yekîtiya Neteweyî) li hemberî partiya Macron bi sedî 31,5 bi ser ket. Partiya Macronê sedî 15,2 deng girt.
BELÇÎKA
Li Belçîkayê jî Serokwezîrê Belçîkayê Alexander De Croo got ku wê sibê îtîfayê bike. De Croo wisa got, "Ji bo me êvarek zor bû, em têk çûn."


