PYNK û ENKS'ê daxuyanî da: Me li hev kir
Partiyên Yekitiya Nîþtimanî ya Kurdî (PYNK) û Encûmena Nîþtimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) bi amadebûna þandeyên ji her du aliyan, tevî fermandarê giþtî yê QSD’ê Mezlûm Ebdî û nûnerê Amerîkayê yê Sûriyê William Robak daxuyaniyeke hevpar weþand û tê de destnîþan kir ku qonaxa yekemîn a diyalogên yekîtiyê bi dawî bûye û gihîþtine nêrîneke siyasî ya hevpar.
Hate diyarkirin ku dê diyalog li ser bingeha Peymana Dihokê berdewam bike û di rojên pêþ de peymaneke giþtî were îmzekirin.
Di daxuyaniya ku hate weþandin de hat gotin ku 16’ê Hezîranê hatine ba hev û wisa dom kir: "Þandeyên Meclisa Nîþtimanî ya Kurdî li Sûriyê û Partiyên Yekitiya Nîþtimanî ya Kurdî pêvajoya destpêkê ji diyaloga kurdî bi dawî kir û bi hev re gihîþtin nêrîneke siyasî ya hevbeþ û lihevkirinên pêþîn ku bendên (rêvebirin, hevbeþî, ewlehî û parastin) ên Peymana Dihokê ya 2014’an bikin bingeha berdewamkirina dan û standin û diyalogên di navbera her du þandeyan de, wê peymaneke giþtî di pêþeroja nêz de îmze bikin."
Her du þandeyan tekezî bi hevkarî û yekitiya kurdî li Sûriyê kiriye, ev gav wekî gaveke dîrokî ya girîng ber bi lihevkirineke mezintir û hevkariyeke pratîk di berjewendiyên gelê kurd li Sûriyê û hemû pêkhateyên Sûriyê de pêþwazî kirine û wiha dom kirine: "Her du þandeyan ev xebat oxirî cangoriyên mezin ên ciwan û keçên Sûriyê û bi taybet þehîd û birîndarên rojavayê Kurdistanê û malbatên wan kirin ku jiyana xwe kirin berdêla þerekî birûmet ji bo parastina cîhanê ji sitemkariya DAIÞ'ê.
Ev lihevkirin wekî gava yekemîn a girîng e ku em bi sponseriya cîgirê þandeyê amerîkî yê taybet ji Koalîsyona Navneteweyî re balyoz William Robak û fermandarê gîþtî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) general Mezlûm Ebdî de gihîþtinê."
Her du þandeyan di daxuyaniyê de sipasiya Ebdî, Mesûd Barzanî, Nêçîrvan Barzanî û Dewleta Amerîkayê kirine.
Peymana Duhokê çi ye?
Di sala 2014'an de Tevm-Dem û ENKS li Duhokê hatibûn ba hev, li wir li ser peyamnek li hev kiribûn. Li gor wê peymanê dê mecliseke ji 30 kesî Rojavayê bi rê ev bibe ku ev sedî 40-40 ji her du aliyan (dike 24 kes), sedî 20 jî (6 kes) ji kesên serbixwe di nav de cih bigirin. Ji bo vê dê hilbijartin çêbibe. Her wiha yek ji xala peymanê jî ew bû li Rojava hêza YPG/YPJ wekî hêza hevpar a Rojava bê qebûlkirin.
Ji ser peymanê re 6 sal derbas bûne, niha ligel kantonên li bajarên Rojava, li bajarên din jî kurd di rêveberiyê de ne, QSD heye ku wan deran bi rê ve dibe. Rêveberiya Xweser heye ku bi salan e wan deran rê ve dibe. Niha dê rewþ çawa be hê zelalî, yan jî bi gotineke din xal nehatine eþkerekirin. Wisa diyar e ku heta cihek li hev kirine û ev lihevkirin dê ber bi pêþ ve bibin.
***
Nûçeya eleqedar:
- Cemal Þêx Baqî: ENKS’ê pirsgirêk derxistin