Diyarname
28 baroyan îro li dijî biryara kayûmşandina ser Şaredariya Culemêrgê daxuyaniya nivîskî belav kir û got, "Di pergaleke demokratîk de parastina demokrasiyê, hurmeta ji bo vîna gel û xwedîlêderketina vê peywira her kesî ye."
Piştî Wezareta Karên Hundir a Tirkiyeyê îro bi kayûmê dest danî ser Şaredariya Culemêrgê. Hevşaredarê Culemêrgê Mehmet Siddik Akiş vê sibê hat binçavkirin û dûre kayûm şandin cihê wî. 28 baroyan îro dijî vê yekê daxuyanî dan.
Baroyan wisa got,
"Bi şandina kayûmê re di warê mafê hilbijartin û hilbijêrî ku bingeha dewleta hiqûq û demokrasiyê ye de destwerdan çêbûye, rêgeza 'rêveberiya hatiye hilbijartin a şaredariyê û rêgeza rêvebirina ji aliyê meclisa şaredariyê ve' hatiye rawestandin, xala 38'an a Zagona Bingehîn ku ewlehiyay mesûmbûna kes diparêze hatiye binpêkirin. Em carek din bibîr dixin; yekemin şertê demokrasiyê yê ku bê wê nabe mafê hilbijartina hilbijêran. Di pergaleke demokratîk de parastina demokrasiyê, hurmeta ji bo vîna gel û xwedîlêderketina vê peywira her kesî ye. Di vê çarçoveyê de em bang li desthilatdariya siyasî dikin ku desk ji kayûman berde û şaredarê hatiye hilbijartin peywira wî îadeyê wî bike."
Baroyên Edene, Semsûr, Agirî, Endeqe, Êlih, Çewlîg, Bedlîs, Bursa, Amed, Calemêrg, Îdir, Isparta, İzmir, Qers, Kocaeli, Mêrdîn, Mûş, Sêrt, Riha, Şirnex, Dêrsim, Wan, Zonguldak û metin îmze kirin. Ligel van serokên baroyên Antalya, Bolu, Burdur, Çanakkale û Çankiri jî metin îmze kirine.
***
Nûçeyên Eleqedar:
- Li hemberî kayûman çalakiyên nobetgirtinê


