Enqere
Berdevka Koma DEM Partî Gulistan Kiliç Koçyigit gavek berê eşkere kir: Li hemberî kayûman li ber hemû şaredariyan dê nobetê bigirin.
Koçyigit li Navenda Giştî ya DEM ParTî der barê kayûmşandina ser Şaredariya Culemêrgê de daxuyanî da çapemeniyê. Koçyigit got, "Li hemberî destdanîna ser vîna me li ber hemû şaredariyan emê dest bi nobetgirtinê bikin."
Koçyigit got "Polîtîkaya kayûman îflas kiriye, kayûman tenê bi derdora xwe daye xwarin, kayûm bi temamî neyartiya kurdan e, em hemû vê yekê baş dizanin. Bi temamî deynên Şaredariya me ya Culemêrgê 348 mîlyon e, lê ligel vê 348 mîlyonî jî ji roja ku ew hatine ser kar xizmetê bo gel dikin. Gelê me ligel her tiştî bi coş şaredarî pêşwazî kiriye, ne emê destûrê bidin ev coş nîvî bimîne, ne jî em destûr didin xizmeta ji bo gelê me ku heqê wan e nîvco bimîne."
Koçyigit got ku em bang li hemû raya giştî dikin ku dijî vê yekê di asta herî bilind de deng derxin.
Koçyigit li ser çalakiyên dê bikin jî wisa got, "Li hemberî kayûmên ku bûne parjeyek rejimê, ji bo parastiya şaredariyên me, parastina demkorasiyê û vîna gel em li ber şaredariyên xwe çalakiyên nobetgirtinê didin dest pê kirin. Em bang li hemû gelê xwe, saziyên demkoratîk, kesên xwedî wijdan dikin ku di nav van nobetan de cih bigirin û ligel me bin."
***
***
Nûçeyên Eleqedar:


