Diyarname
Endamê Heyeta Îmralî û mebûsê HDP'ê Sirri Sureyya Onder piştî hevdîtina dawî ya ligel Ocalan got ku Ocalan ji bo birêz Mesûd Berzanî û birêz Celal Telebanî nameyek nivîsiye û ewê rojên pêş de ligel Leyla Zana herin vê nameyê ragihînin wan. Onder li ser naveroka nameyan jî wisa got: "Di serî de Konferansa Kurd a Neteweyî, têkbirina tehdîdên li hemberî Rojava, Misûl, Kerkûk û Kobanî û li ser ewlehiya gel sekiniye. Li ser van xalan pêşniyar û hişyariyên ku Birêz Ocalanî derxistine pêş emê ragihînin."
Her wiha Onder li ser Newrozê jî got ku Ocalan gotiye mesele ne bi awayekî dîmen ragihandin, tiştê muhîm ragihandina peyamên me ye û di Newrozê de wê nameyeke berfireh ragihîne.
Ondar li ser heyeta raçavkarê pêvajoyê jî got ku di hefteya pêşiya me de dê bi endamên hikumetê re rûnin û bigihîjin encamekê. Sirri Sureyya Onder li ser şandina girtiyên nû yên ji bo Girava îmralî jî got, ji duh de dest bi şandina wan hatiye kirin, 5 kesên bi pêşniyara birêz Ocalan hatine diyarkirin dê li wir wekî sekretarya kar bikin.


