Hogir Berbir
Li hember hebûna xwe her kes li derve şikestî ne. Ez jî li hundir şikestî me. Di hundir xwe de bi xwîn digirîm. Belê şikestî me. Li ser pişta kîvroşkeke birîndar dinyaya lewitandî diherimînim bi pîsiya xwe, ne xwe dinya sergoyê pîsan e...
Min emrê xwe yê bi tijî êş û jan re derbas kiriye ku parçeyek hebûn lê zêde nekir, ji rojên ku qet nayê dîtin, yên ku nizanim, nasnakim û nasnekim, li derek ku lê rast neyêm, li rawestgehek ku strana xwe lê bibêjin, strana dirûvê wê rengîn e, zer e, sor e û dawiyê rengê şûrikî bigire…
Moriyên min jî hene, yên herî reş. Bi strana min re reş bûn e. Notên wê yên balindeyî, bê melodî ye, belkî li derekê bibe awaza senfoniya min û deriyekî ji pêşeroja min re veke. Lê kesek guhdar nade min. Dibe ku ez guh nedim kesekî û berdewam bikim. Hêza min tune ye. Na, bi şopandinê kifş dikim, lê cihek ku mirov lê were kifşkirin tune. Cih. Cihana tunebûnê, gerdûna tarî, bi ronahiyê dibiriqîn e, hema wisa dibe? Dibe ku di jiyana rojane de emrê min dirêjtir bibe, dibe ku rêyên li pêşiya min dirêjtir bibin. Dem wê dirêjtir bikin, lê ne ez. Ez nikarim, na, ez ê winda bibim. Dibe ku li derek ku hebûna min lê hebe û navê min lê tune be. Hebûna min hebe, belkî hinek navekî lê bike. Hema navek ku bibe navnîşana min...
Dibim xwedî navnîşan û ji niha pê ve navnîşana min heye, belkî ez biçim… Navnîşana min heye, bi tîpan binivîsim; Na... windabûn di damarên min re derbas dibe, li eslê xwe digerim. Li ser rêyên paşeroj û pêşerojê digerim, di rêya dîrokê de li rûyê Xweda rast têm.
Dîsa hebûn e, ji bo windakirina min, belkî bihuşt hebe, belkî dojeh bibe para min. Lê her du jî tarî ne ji min û her du jî cin û melayketên xwe danîne ser milên min. Dibe dereweke rastîn be bi hebûna min re. Ev hebûn; hebû-tune bû, herdem li derekê dibêjin nan tune, av û vexwarin tune, evîn heye, aramî heye. Paşê hev xwar in, bi rûyên xwînmijok hevdû qelihandin. Ez pê re mirim, hebûna jiyana min tune kirin û tunebûnê dest pê kir…
Cin û melayketan nexwestin min bişon, bi xwestekên nenivîsandî, yên bi xwîna ku nehatibû rijandin, li dora min digeriyan û xêr û gunehên min ji hev dernedixistin. Ji neçarî bi devê çeloxwarî dikeniyan... Li ber darbesta min, gewdeyên min bi mîza xwe şûştin û li wir kesek tune bû ku bi wan re şer bike û kesên hebûn tev li ber lehiya mîza wan herikîn çûn…
Dîwarê hebûnê hilweşiya, tune bû, winda bû, bi firçeya wênesazekî, bi notayên hunermendekî, bi pênûsa wêjevanekî, bi klama dengbêjekî… li dereke dûr an nêzîk, navên wan jî tune bû. Nikaribûn biqîrin. Nikaribûn destên xwe dirêjî destan bikin û bigirin. Nikaribûn û dilê xwe girtin. Nikaribûn xwe bînin ziman û hestên xwe kirin kevir. Berê gotinan bi çiyayan vekirin û pê rapelikîn, çûn û bi ber bayê ketin. Xwestin bi hêz û vîna çiyê bavêjin berhev, rûyê min bi sûretên xwe boyax bikin, gotinan birêsin, rengên bextewariyê li xwe kin û bi xêzeke neçarî kefen li min bikin.
Lê li hev zîvirîn, bi bêbextî li hev qelibîn. Xwestin ji holê rakin, bi bêdengî. Belê tune bû; bextewarî tune bû, kaxiz di tunebûnê de bû. Pênûs stûxwar bû... Difikirîn û hebûn û bextewariya derewîn nivîsandin, xêz kirin. Di pirtûkên qerase de li hev qelibandin û tê de gotin “hebûn tune bû, tunebû nebûn, di nebûna bextewariyê de bûn...” û gotin bi min re biaxkirin.
Êdî nebûn hebû. Nexwe hîn heye. Ji ber ku di dawiya gotinê de her tim peyv heye, gotin heye, li vir tê vegotin. Û tişta ku dibêjin heye, ji bo tunebûnê heye û hebûna ku heye, êdî li cem min tune ye…
rojisor@hotmail.com
****
Nivîsên Hogir Berbir ên berê di Diyarnameyê de hatine weşandin:
- Xetereyên li pêşiya Amedsporê û çend gotin
- Di çarçoveya ziman de şikilgirtina raman û kesayetê