Diyarname
Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Osman Baydemîr careke din ji bo serokatiya GABB'ê hat hilbijartin.
Şeradarên endamên Yekîtiya Şaredariyên Başûrê Rojhilat ê Anatoliyê (GABB) ji bo serdema rêveberiyên herêmî ya 2009-2014'an li hev civiyan. Civîn li Salona Konferansê ya Şaredariya Baglara Amedê li dar ket. Axaftina destpêkê ya civînê Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Osman Baydemîr kir.
Baydemîr da zanîn ku di 5 salên dawî de reformên ji bo rêvebereyên herêmî hatine kirin kêm in û pêdivî bi reformên nû hene.
Osman Baydemîr ji bo serdema nû wisa got: "Divê em 5 salên li pê xwe bi xebatên bi bername û plan li dar bixin, çavkaniyên xwe baş bikar bînin, pêşî li îsrafê bikin, ji pirsgirêkên herî bingehîn dest bi çareseriya wan bikin, divê gel zêdetir xwedî gotin û biryar be, û em wisa xebatê bikin ku em ji bo bajarok, navçe, bajar û herêma xwe bibin mînak."
Di dawiya civînê de ji bo Serokatiya GABB'ê û rêveberiya wê hilbijartin pêk hat. Di hilbijartinê de Baydemîr 98 deng girt û ji nû ve bû Serokê GABB'ê. Ji bo Wekîlê Yekemîn ê GABB'ê şaredar Îsmaîl Arslan, Wekîlê Duyemîn jî Şaredar Derikê Çaglar Demirel hat hilbijartin. Ji bo encumeniyê jî Şaredara Wêranşarê Leyla Guven, Şaredara Baglarê Yuksel Baran, Şaredarê Çunguşê Mehmet Geçitli, Şaredarê Culemêrgê Fadil Bedirhanoglu û Şaredarê Silopî Emin Togurlu hat hilbijartin.
Piştî hilbijartinê Baydemîr ji bo xizmeta wan a serdema borî plaket da şaredaran û dûre bi hev re wêne kişandin.