Diyarname
Wezareta Kar û Civakî ya Tirkiyeyê ji bo sala bê heqdestê herî kêm eşkere kir. Li gor biryara nû piştî 1'ê meha sala 2024'an heqdestê herî kêm li Tirkiyeyê dê bibe 17 hezar û 2 TL.
Va ne hin notên li ser vê:
- Îsal heqdest kiribûn 11 hezar û 402 TL bû
- Sedî 49 zem çêbû û niha bû 17 hezar û 2 TL. Ji vê 700 TL'yê wê dewlet bixwe dide.
- Li Tirkiyeyê dor 7 mîlyon kesî bi vî meaşî dixebite.
- Hikumet dibêje di sala 2024'an de dê carek din meaş zem nebe. Par du caran zem bûbû.
- Di 4 salên dawî de ev meaş bi vî awayî bilind bûye:
2019: 2 hezar û 20 lîra
2020: 2 hezar 324 û lîra
2021: 2 hezar 825 û lîra
2022 Rêbendan: 4 hezar û 253 lîra
2022 Tîrmeh: 5 hezar û 500 lîra
2023 Rêbendan: 8 hezar 506 lîra
2023 Tîrmeh: 11 hezar û 402 lîra
- Serokomarê Tirkiyeyê û Serokê AKP'ê Recep Tayyip Erdogan got "Bila ji bo welatê me bi xêr be."
- Hevserokê Dem Partî Tuncer Bakirhan got, "Ev 17 hezar ji bo debarê nikare bibe derman, nikare bibe pansûman jî.
- Cîgirê Serokê Giştî yê CHP'ê Yalçin Karatepe got, "Ev 17 hezarê hatiye ragihandin li bajarên mezin encax têra kirêya xaniyan dike."


