Diyarname
Bayê tîma neteweyî ya jinan a voleybolê ya Sirbistanê bi ser serê dinyayê de digere. Jinên sirb bû du caran ser hev de dibin şampiyonên dinyayê.
Di fînala Şampiyoniya Voleybolê ya Dinyayê ya Jinan de tîma neteweyî ya Sirbistan û Brezîlyayê hatin hemberî hev. Di maça ku her lîstikvanên sirb serdest bûn de bêyî setek jî bidin brezîlyayiyan bi 3-0 bûn şampiyonên dinyayê.
Maça fînalê êvara 15’ê mehê li bajarê Apeldoorn a Hollandayê hate lîstin. Tîma Sirbistanê bi 26-24, 25-22 û 25-17’an di her sê setan de jî serketin bi dest xist û bû şampiyonê dinyayê. Lîstikvana sirb Tijana Boskovic ku gelek serketî bû û gelek pûan ji bo tîmên xwe dan qezenckirin wekî Lîstikvana Herî Serketî ya maçê (MVP) hat hilbijartin. Boskovic cara din jî wekî lîstikvana herî serketî hatibû hilbijartin.
Bi vê serketinê tîma Sirbistanê di tûrnûvaya voleybola jinan de bû du caran ser hev de dibe şampiyonê dinyayê.
Îtalya bû sêyemîn
Jinên Îtalya û DYA’yê jî ji bo sêyemînî hatin hemberî hev ûi Îtalyayê bi 3-0 DYA têk bir, bû sêyemîna tûrnûvayê.
Dîroka tûrnûvayê
Şampiyoniya Voleybolê ya Jinan a Dinyayê ji sala 1952’yan ve tê lidar xistin. Yekem tûrnûva li Yekîtiya Sovyetê li dar ket. Ji sala 1964’an ve heta niha her çar salan carek lidar dikeve. Heta niha herî zêde Yekîtiya Sovyetê (5 car) bi ser ketiye. Dûre Japonya û Kuba her yek 3 caran bûne şampiyon. Paşê bi 2 caran Çîn, Rusya û Sirbistan tên. Heta niha Îtalya û DYA jî her yek carek bûne şampiyonê dinyayê.


