Diyarname
Di naça dawî ya nîv fînalê de Almanya û Îtalya hatin hemberî hev. Di tûrnûvayê de Almanya wekî favorî dihat nîşandayîn lê Îtalyayê destûr neda vê yekê û bi 2-1 Almanya têk bir.
Her du golên Îtalyayê jî lîstikvan Balotelli avêtin (dq 20 û 36). Di deqîqeya 91'ê de ji penaltî Mesut Ozîl li ser navê Almanyayê golek avêt lê vê yekê ji bo Almanyayê têr nekir û Almanyayê berê xwe da mala xwe.
Bi vê encamê Îtalya derket fînalê. Di fînala Euro 2012'yan de roja vê yekşemê (1 tîrmeh) Spanya û Îtalya ji bo şampiyoniyê bilîzin.
Kunyeya maçê:
Stat: Stadyuma Neteweyî (Varşova)
Hakêm: Stephane Lannoy, Frederic Cano, Michael Annonier (Fransa)
Almanya: Neuer, Boateng, Hummels, Badstuber, Lahm, Khedira, Schweinsteiger, Mesut Özil, Kroos, Podolski, Gomez
Îtalya: Buffon, Chiellini, Barzagli, Bonucci, Balzaretti, Pirlo, De Rossi, Montolivo, Marchisio, Balotelli, Cassano
Gol: Dq. 20 ve 36 Balotellî (îtalya), Dq 91 Mesut Ozil (Almanya)
Qertên Zer: Dq. 37 Balotellî (Îtalya)
***
Nûçeyên eleqedar:
- Fînalîstê yekemîn diyar bû: Spanya
- Brîtanyaya mezin di Cîzmeyê de winda bû!
- Nîv fînalê yekemîn Portekîz e
- Çarîk fînalîstên dawîn diyar dibin
- Alman û Portekîz çûn, îro dora kî ye?
- Boxeyan qiloç li îrlandiyan da
- Panzêran porteqal eciqandin!
- Serxêrê: EURO 2012 dest pê dike


