Diyarname
Di Euro 2012 de maça yekemîn a çarîk fînalê li dar ket, maça duyemîn îro ye.
Di maça yekemîn a çarîk fînalê de Portekiz û Komara Çek êvara 21'ê mehê hatin hemberî hev. Di maça ku her du tîman xweş ber xwe da û xweş êrîşê hev dikir de, di deqîqeya 78'an de Ronaldo derket ser dikê û li ser navê Portekîzê gol avê: 1-0.
Maç bi vê encamê bi dawî bû û Portekîz derbasî nîv fînalê bû. Di maça Spanya û Fransa (roja 23'yê mehê dê bilîzin) kîjan tîm bi ser bikeve, wekî reqîb dê derkeve pêşberî Portekîzê.
Maça duyem a çarîk fînalê îro ye. Almanya û Yewnanistan tên hemberî hev û ji bo nîv fînalê bi hev re dilîzin. Maç saet 21.45'an de ye û ji TRT 1'ê bi awayekî zindî tê nîşandayîn.
***
Nûçeyên eleqedar:
- Çarîk fînalîstên dawîn diyar dibin
- Alman û Portekîz çûn, îro dora kî ye?
- Boxeyan qiloç li îrlandiyan da
- Panzêran porteqal eciqandin!
- Serxêrê: EURO 2012 dest pê dike