Diyarname
Şampiyonaya Fûtbolê ya Ewropayê ya 2012'yan "Euro 2012" dest pê dike. Di 4 koman de 16 tîmên neteweyî bi hev re dilîzin. Di roja yekemîn de maçan de Polanya û Yewnanistan, Rusya û Komara Çek tên hemberî hev.
Euro 2012 îsal li du welatên cîranên hev, li Ukrayna û Polonyayê tê lîstin. Şampiyona bi maçên Koma A dest pê dike. Maça yekemîn roja 8'ê mehê saet 19.00 (Li gor saeta Tirkiyeyê) di navbera Polonya û Yewnanistanê de dest pê dike. Di rêza FÎFA'yê de Yewnanistan di rêza 14'an, Polonya di rêza 65'an de ye.
Piştî vê maçê di saet 21.45'an de jî dîsa maçeke ji Koma A, maça di navbera Rusya û Komara Çek de dê li dar bikeve.
Di Diyarnameyê de emê her roj maçên ku dê bêne lîstin û saetên wan, her wiha agahiyên li ser maçan pêşkêş bikin.
Vane komên Euro 2012 û maçên dê bên lîstin (li gor rêzê: Maçên yekemîn, dîroka lîstinê, saeta lîstinê, tîm, stada dê têde bê lîstin):
Koma A
1- 08/06, 19:00, Polonya - Yewnanistan, Stada Neteweyî
2- 08/06, 21:45, Rusya - Komara Çek, Stada Municipal
9- 12/06, 19:00, Yewnanistan - Komara Çek, Stada Municipal
10- 12/06, 21:45, Polonya - Rusya, Stada Neteweyî
17- 16/06, 21:45, Yewnanistan - Rusya, Stada Neteweyî
18- 16/06, 21:45, Komara Çek - Polonya, Stada Municipal
Koma B
3- 09/06, 19:00, Hollanda - Danîmarka, Stada Metalist
4- 09/06, 21:45, Almanya - Portekiz, Stada Arena Lviv
11- 13/06, 19:00, Danîmarka - Portekîz, Stada Arena Lviv
12- 13/06, 21:45, Hollanda - Almanya, Stada Metalist
19- 17/06, 21:45, Portekîz - Hollanda, Stada Metalist
20- 17/06, 21:45, Danîmarka - Almanya, Stada Arena Lviv
Koma C
5- 10/06, 19:00, Spanya - Îtalya, Stada PGE Arena
6- 10/06, 21:45, Îrlanda - Hirvatistan, Stada Municipal
13- 14/06, 19:00, Îtalya - Hirvatistan, Stada Municipal
14- 14/06, 21:45, Spanya - Îrlanda, Stada PGE Arena
22- 18/06, 21:45, Îtalya - Îrlanda, Stada Municipal
21- 18/06, 21:45, Hirvatistan - Spanya, Stada PGE Arena
Koma D
7- 11/06, 19:00, Fransa - Îngilistan, Stada Donbass Arena
8- 11/06, 21:45, Ukrayna - Swêd, Stada Olympic
15- 15/06, 19:00, Ukrayna - Fransa, Stada Donbass Arena
16- 15/06, 21:45, Swêd - Îngilistan, Stada Olympic
23- 19/06, 21:45, Swêd - Fransa, Stada Olympic
24- 19/06, 21:45, Îngilistan - Ukrayna, Stada Donbass Arena
Tûrnûvaya Şampiyoniya Fûtbolê ya Ewropayê çar salan carekê li dar dikeve. Herî dawî Euro 2008 li dar ketibû. Welatên Avusturya û Swîsre ji bo Euro 2008'an mazûvanî kiribû û di vê tûrnûvayê de Spanya û Almanya derketibûn fînalê. Di fînalê de Spanyayê Almanya 1-0 têk biribû û bûbû şampiyon. Ji bo maça sêyemînî jî Tirkiye û Rusya bi hev re lîstibû û Tirkiye bûbû sêyemîn.
Ji bo Euro 2012'yan jî di nav hemû tîman de dîsa her du tîm (Spanya, Almanya) wekî tîmên favorî têne nîşandayîn.