Diyarname
Maça çarîk fînalê ya dawî tam li gor dilê temaşevanan derbas bû. Maza di navbera Îngilistan û Îtalyayê de bi êrîşan, heyecan, bi lêdanên ku qet ji wan gol derketin bi dawî bû.
90 deqîqeyên maçê bi 0-0 bi dawî bû. Di 30 deqîqeyên dem dirêj de jî tîman nekarî golê biavêjin û derbasî avêtina penaltiyan bûn.
Pêşî li ser navê Îtalyayê Barotelli penaltî avêt û Îtalya derxist pêş. Dûre li ser navê Îngilistanê Gerardî bersiv da. Di dawiyê de ji Îtalyayê Pinlo, Rocherino, Diyavanti penalti kirin gol û li ser navê Îngilistanê jî piştî Rony penalti avêt û bû gol, lê Young û Ashley Cole nekarîn penaltiyê veguherînin golê û têk çûn. Di encama penaltiyan de Îtalya bi 4-2 bi ser ket û derbasî nîv fînalê bû.
Di temamê maçê de Îtalya ji Îngilistanê serketîtir bû. Di rêjeya lîstina bi gogê de Îtalya bi sedî 63 bi ser ketî bû û maça ku heq kiribû bi penaltiyan be jî bi dest xist.
Bi vê encamê Îtalya bû reqîbê Almanyayê. Maça din a nîv fînalê jî di navbera Spanya û Portekîzê de dê bê lîstin. Ji van her çar tîman dê du tîm bi ser bikevin û derbasî fînalê bibin.
Kunyeya Maçê:
Stad: Stadion NSK Olimpiyskiy
Hakem:Pedro ProencaStad
İNGİLTERE:
Joe Hart, Joleon Lescott, Glen Johnson, Ashley Cole, John Terry, Ashley Young (94, Jordan Henderson ket maçê), Scott Parker, Steven Gerrard, Wayne Rooney, James Milner (61, Theo Walcot ket maçê), Danny Welbcek (60, Adrew Carrol ket maçê)
Teknîk dîrektor: Roy Hodgson
İTALYA:
RGianluigi Buffon, Andrea Barzagli, Ignazio Abate (90, Christian Maggio ket maçê) Andrea Pirlo, Leonardo Bonucci, Federico Balzaretti, Riccardo Montolivo, Daniele De Rossi (80,Antonio Nocerino ket maçê) Claudio Marchisio, Antonio Cassano (78, Alessandro Dinamanti ket maçê), Mario Balotelli
Teknîk dÎrektor: Claudio Cesare Prandelli
***
Nûçeyên eleqedar:
- Nîv fînalê yekemîn Portekîz e
- Çarîk fînalîstên dawîn diyar dibin
- Alman û Portekîz çûn, îro dora kî ye?
- Boxeyan qiloç li îrlandiyan da
- Panzêran porteqal eciqandin!
- Serxêrê: EURO 2012 dest pê dike