Diyarname
Di Koma A de surprîzan xwe nîşan da: Yewnanistan û Komara Çek ji komê derketin û derbasî çarîk fînalê bûn, Rusya ku favoriyê komê bû û Polonya vegeriyan mala xwe.
Di maçên dawî yên komê de Yewnanistanê Rusya, Komara Çek jî Polonya bi 1-0 têk bir.
Di Koma B de jî îro çarîk fînalîstê duyemîn diyar dibe. Di vê komê de Almanya ku 6 pûan bi dest xistibûn ji komê derketibû û îro (17'ê mehê) bi lîstina maçên dawî re dê fînalîstê duyem diyar bibe. Di maçên îro de Portekîç û Hollanda, Danîmarka û Almanya bi hev re dilîzin.
Di komê de Almanya xwedî 6, Danîmarka û Portekîz jî xwedî 3 pûanan in. Hollanda pûanên wê nîn in.
Koma B ku navê "Koma Mirinê" lê kirine îro heyecan li lûtkeyê ye.
Vaye maçên îro:
17/06, 21:45, Portekîz - Hollanda, Stada Metalist
17/06, 21:45, Danîmarka - Almanya, Stada Arena Lviv
Li Tirkiyeyê maç ji TRT 1 û TRT 3 bi awayekî zindî têne nîşandayîn.
***
Nûçeyên eleqedar:
- Boxeyan qiloç li îrlandiyan da
- Panzêran porteqal eciqandin!
- Serxêrê: EURO 2012 dest pê dike