Diyarname
Piştî Koma C ku Spanya û Îtalya jê derbasî çarîk fînalê bûn, niha ji Koma G çarîk fînalîstên dawîn diyar dibin.
Di Koma C de Spanyayê Hirvanistan bi 1-0, Îtalyayê jî Îrlanda bi 2-0 têk bir û derbasî çarîk fînalê bûn. Ma maçên dawî yên Koma D. Di Koma D de îro du maç hene û di encamê de dê çarîk fînalîstên dawîn diyar bibin.
Di vê komê de Îngilistan û Fransa 4 pûan, Ukrayna 3 pûanên wê, Swed tu pûanên wê nîn in.
Vane maçên îro:
19/06, 21:45, Swêd - Fransa, Stada Olympic
19/06, 21:45, Îngilistan - Ukrayna, Stada Donbass Arena
Li Tirkiyeyê maç ji aliyê TRT 1 û TRT Spor ve bi awayekî zindî têne nîşandayîn.
***
Nûçeyên eleqedar:
- Alman û Portekîz çûn, îro dora kî ye?
- Boxeyan qiloç li îrlandiyan da
- Panzêran porteqal eciqandin!
- Serxêrê: EURO 2012 dest pê dike