Diyarname
Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî di sala 1966'an de li Cizîra Şirnexê hat dinê. Wî dibistana seretayî, navîn û lîse li Cizîrê xwend û ji bo xwendina zanîngehê derbasî Zanîngeha Dîcle Beşa Hiqûqê bû û di sala 1991'ê de ew beş temam kir. Elçî di sala 1992'yan de li Amedê dest bi parêzerî kir û ji wan salan ve hem di nav xebatên mafên mirovan de cih girt, hem parêzeriya xwe dom kir. Elçî di van salan de di dozên wekî şewitandina gundan, windakirina mirovan, kuştinên kiryar nediyar de parêzerî kir û alîkariya mexdûran kir.
Elçî di navbera salên 1998-2006'an de li Baroya Amedê rêveberî kir, di sala 2012'yan de ji bo Serokatiya Baroya Amedê hat hilbijartin; di heman demê de endamê Navenda Mafên Mirovan a Lijneya Şêwra Zanistê ya Yekîtiya Baroyên Tirkiyeyê bû.
Dozên wekî "Doza Licê", "Doza Temîzoz", "Doza Bombekirina gundên Kuşkonar û Koçagili", "Doza Komtkujiya Roboskî" de parêzerî kir.
Parêzer Elçî di 15'ê kewçêra 2015'an de di bernameya "Tarafsiz Bolge" ya Ahmet Hakan ku di CNNTurkê de tê weşandin got: "PKK ne rêxistinek terorîst e". Li ser vê yekê Elçî roja 20'ê kewçêrê li Amedê hat binçavkirin û piştî îfadeyê bi şertê qontrola edlî hat berdan. Der barê Elçî de bi daxwaza 7.5 cezayê hepsê, bi îdîaya "propogandaya rêxistina terorê" îdîaname hate vekirin.
Elçî ku îro li Balikçilara Amedê bi gule hat kuştin zewicandî û bavê 2 zarokan bû.
**
Nûçeya eleqedar:


