Diyarname
Kolektîfa Sînemaya Mezopotamyayê dest bi nîşandayîna fîlman dike. Ji sînemaya kurdan û ji sînemaya dinyayê fîlmên navdar dê bê pere bêne nîşandayîn.
Kolektîfa Sînemaya Mezopotamyayê li Stenbola Tirkiyeyê xebatên xwe yên sînemayê didomîne. Kolektîfê biryar daye ku her meh bernameya fîlman pêşkêş bike. Di vê çarçoveyê de ji nav sînemaya kurdî dê fîlmên cur bi cur pêşkêş bike. Her wiha ji nav sînemaya dinyayê jî fîlmên girîng dê bêne neqandin. Vê mehê bernameya wan bi nîşandayîna fîlmê "Baba" (Bav) ê Yilmaz Guney dest pê bike. Fîlm roja 11'ê mehê saet 18.00'an de tê nîşandayîn.
Li gor bernameyê roja 24'ê mehê, saet 19.00'an de jî dê fîlmê "Omar" bê nîşandayîn.
"Baba" fîlmê Yilmaz Guney e ku di sala 1971'ê de hatiye kişandin. Guney hem derhêner hem senarîstê fîlm e û di heman demê de serlîstikvan e. Ligel wî Muşerref Tezcan, Kuzey Vargın û Yildirim Onal têde dilîzin. Fîlm sala 2014'ay, di dengdana gel de ev fîlm ketiye nava "100 fîlmên serketî yên sînemaya Tirkiyeyê".
"Omar" fîlmê Hany Abu-Assad e. 2014'an de hatiye kişandin. Di warê Fîlmê Navneteweyî de ji bo Oscarê bûye berendam. Cannes jî têde li gelek festîvalan ev hatiye nîşandayîn. Fîlm çîroka filistîniyekî pêşkêş dike.
Ji bo kesên eleqedar:
Navnîşan: Înonu Mah. Harbiye Çayiri Sok. Kismet İş Hani. No: 3 Kat 2. Şişli / Stenbol
0507 462 6063
**
Nûçeyên Eleqedar:
- Li Şanoya Bajêr a Amedê meha reşemî
- Li Şaneşîn Performansê meha reşemî
HESAÊN DIYARNAMEYÊ:
YOUTUBE: www.youtube.com/diyarnamediyarname
MALPER: www.diyarname.com
TWITTER: twitter.com/diyarname1
FACEBOOK: facebook.com/diyarname
MAIL: diyarname@diyarname.com
***
Dibe ev nûçe bala we bikişînin:
- 2023: Nêzîkî 90 hezar kurdan li Almanyê serî li penaberiyê dan
- Pirtûkên 2023'yan (Temamê lîsteyê)
- 2023: Lîsteya kovarên bi kurdî ên îsal derketine
- 2023: Hejmara xwendekarên dersa kurdî hilbijartine diyar bû
- 2023: Li gor NYT'yê 10 pirtûkên derketine pêş
- 2022: Hemû pirtûkên bi kurdî yên salê


