Diyarname
Koma zaravaya Kurmancî malpereke bi navê Zimanperwer vekir. Koma demek berê li Amedê hatibû avakirin.
Malpera koma Zimanperwerê bi navê 'www.zimanperwer.com' dest bi weşana xwe kir.
Di malperê de li ser koma kurmancî çima hatiye damezrandin, armanca wan, programa xebatê, girîngiya bikaranîna zimên di jiyanê de çi ye, nivîsên nivîskarên wan û hin nûçe cih digirin.
Koma Zimanperwer ku demek berê li Amedê hatibû avakirin dixwaze li ser kurmanciyê xebatê bike, giraniya kurmanciyê li jiyanê belav bike.