Diyarname
Berdevkê Kordînasyona Şapondina Hilbijartinê û Nûnerê YSK'ê yê HDP'e Mehmet Ruştu Tiryakî îro li ser hilbijartinê daxuyanî da. Tiryakî got "Ezê sê tiştan parve bikim". Va ne ji gotin^ne wî hin not:
LI CULEMÊRGÊ WALÎ KETIYE DEWRÊ
- Piştî dengên derveyî welat jî hatine parvekirin li Culemêrgê her sê mebûs me girtine. Lê rabûne îtîraz dikin. Helbet ger di dest de belge, şaşî hebin dikarin îtîraz bikin. Lê li Culemêrgê berendamên AKP'ê, Rêveberên bajêr û navçeyan ligel walî û rêveberên dewletê raste rast dixwazin hilbijartinê ji dest me bigirin. Em heta daWî dişopînin. Ez carek din dibêjim hemû belgeyên li ser Culemêrgê di dest me de ne. Dîsa li pergala YSK'ê jî hatine barkirin. Piştî vê kêliyê her tiştê bê kirin tê wê wateyê ku li Culemêrgê hilbijartin tê dizîn. Ez walî hişyar dikim, tu ne nûnerê AKP'yi, tu nikari wekî şefê AKP'ê tevbigerî.
LI ERZEROMÊ JÎ DIXWAZIN BIDIZIN
- Dîsa li Erzeromê jî heman tişt heye. Berdevka PArtiya me Meral Daniş Beştaş li gor encamên ne fermî û li gor daneyên YSK'ê ku bi perfala SİP Portê ligel partiyên siyasî parve kiriye sedî sed hatiye hilbijartin. Bi heman awayî MHP ligel yek ji şirîkên Îtîfaqa Milet dixwazin li Erzeromê encamên hilbijartinê biguherînin. Li Erzerone tûtanakên bi dest îmzekirî di dest me de ne. Piştî vê saetê her tiştî emê betal bikin. Kî dixwaze tiştan biguherîne bila dest ji vê kirina xwe berde.
SINDOQÊN ŞAŞ HATINE NIVÎSÎN
- Ji blî van li gelek sindoqan encam şaş hatine nivîsîn.
Li Bismil sindoqên 1234 û 1235, li Alaca sindoqa 1089, li Culemêrgê sindoqa 1094y, li cizîrê sindoqên 1240 û 1249, li Kayapinarê sindoqên 1090, 1099, 1101, 2280, li Farqînê sindoqên 1032 û 1145, li Kanîreşê sindoqa 1068, li Şêrwanê sindoqa bi nimreya 1055, Li Batmanê sindoqa bi nimreya 1051, li Rihayê sindoqa bi nimreya 1055, li Besnî sindoqa bi nimreya 1149 no, li Erxenî sindoqa bi nimreya 1113 no, li Bûlanix sindoqa bi nimreya 1110... Bi vî awayî di gelek sindoqan de şaş hatine nivîsîn. Bi sedan hevalên me li ser vê dixebitin. Me di encamên sindoqan û belgeyên hatine lêbarkirin de şaşî diyar kirine.
Ji bo rastkirina van em îtîrazan dikin. Hin hatine rastkirin. Mînak di sindoqa bi nimreya 1085 de Yeşîl Sol Partî 174, Adalet ve Birlik Partisi 0 deng girtiye lê ev hemû ji bo Adalet ve Birlik Partisi nivîsîne. Piştî îtîrazên me rast kirin.
Ji bo mînak bêjim, li Bismilê di sindoqa 1234'an de Yeşîl Sol Partî 233 deng girtine, lê ev ji bo MHP'ê nivîsîne.