Diyarname
Bi navê "Zaza Kurtler" pirtûkek ji aliyê Mehmed S. Kaya ve hatibû nivîsandin, niha çapa wergera wê ya tirkî ya nû hat weşandin. Weşanên Dara di meha gulanê de çapa wê ya duyemîn ev pirtûk çap kir.
Nivîskar Mehmed S. Kaya ji Solexana Çewligê ye. Di sala 1972'yan de li Norwecê bi cih bûye. Kaya di zanîngehan de ders daye. Pirtûk ji ber pêdivî derketiye holê. Li ser vê dest bi lêkolînê kiriye û xebata xwe temam kiriye. Ew bibîr dixe ku pirtûk ne ji bo kurdan an jî xwendevanên tirkî hatiye amadekirin, ji bo nasandina civaka zaza ya ji bo dinyayê hatiye amadekirin.
Pirtûka li ber dest pêşî di sala 2007'an de bi norwecî hatiye çapkirin û li zanîngehên Norwecê wekî pirtûkê dersê hatiye bikaranîn. Sala 2011'an de ji bo îngilîzî hatiye wergerandin. Dûre ji bo tirkî hatiye wergerandin û di sala 2014'an de ji Weşanên Rûpelê derketiye. Û niha Weşanên Dara çapa nû ya vê pirtûkê derxist.
Pirtûk li ser kirmancan (zazayan) wekî xebateke etnografîk e. Ji rewşa wan a baviksalarî, heta têkiliyên balbatî, çand û nasname, têkiliyê zewacê, têkiliyên aboriyê, têkiliyên ligel netewe dewletan agahî hatine rêzkirin.
Di pirtûkê de li ser cihên ku kirmanc lê dijîn jî hatiye sekinîn û ew wisa hatiye ravekirin: "Kurdên bi zazakî diaxivin bi piranî li Çewlig û derdora wê li Solxan, Dara hênê, li Dêrsim û derdora wê; ev her du bajar wekî navenda zazayan in. Li Amed, Elezîz û Erzînganê beşek mezin vê zaravayê diaxivin. Li bakurê Amedê li Çêrmûg, Sankûş, Gêl, Pîran, Hênê, Licê, Pasûr, Erxenî jî ew dijîn. Hema hema hemûyên Hênê û Pîranê zaza ne. Li Sankuş û Gelê zaza piranî ne. Li Çêrmûgê nîvê nifûsê zaza ne. Li Licê, Pasûr û Erxeniyê zaza kêm in. Her wiha li navenda Amedê jî gelek zaza dijîn lê Amed ne bajarê zazayan e. Ligel van li bajarên wekî Semsûr, Bedlîs, Erzerom, Mûş, Sêwas, Sêrt û Nihayê jî zazakî tê axivîn."
- Zaza Kurtlerî / Mehmed S. Kaya / Weşanên Dara / Çapa Diduyan / Gulan 2021 / 296 rûpel