ÇEMÇEMAL
Mala Kerîm Axayê Hemewend wekî nîv muzeyekê ye ku tê de bi sedan kel û pelên dîrokî û parçeyên dîrok û çanda gelê kurd vedihewîne. Niha ev der bûye navendek ji bo parastina vê dîrokê.
Kerîm Axayê Hemewend yek ji kesayetên navdar ên Eşîra Hemewend ya herêma Germiyanê bû; dîwanxaneyek wî hebû û xwedî statûya civakî bû.
Piştî mirina Kerîm Axayê Hemewend mala wî veguherî muzexaneyê. Bi vî awayî rêz li keda Kerîm Axa tê girtin ku di dema borî de bi komkirina kel û pelên dîrokî û çandî ve mijûl dibû. Li aliyê din ev der bûye cihê parastina gelek parçeyên dîrokî.
LI ÇEMÇEMALÊ TEKANE MUZEXANE
Rûberê mala Kerîm Axa 350 metr eye û ji du qatan pêk tê. Qatek vegerandine pirtûkxaneyê û qata din de jî gelek parçe û kel û pelên dîrokî têde hatine bi cihkirin. Ev cih wekî tekane muzexaneya li bajarokê Çemçemal ya li sînorê parêzgeha Germiyanê tê zanîn.
Wekî kurê wî Merîwan Axa qala wî dike, Kerîm Axa heskirina wî gelek ji komkirin û parastina kel û pelên dîrokî re hebû. Ev dem jî salên 1957’an bû ku lêkolînerek Brîtanî yê bi navê Mr. Robîn ji bo xebatên kolandinê hatiye gundê Çarmo yê navçeya Çemçemal.
BAAS'Ê HEMÛ KEL Û PEL TUNE KIRIN
Vê hevesa xwe teşwîq dide heta salên 1991’ê ku gelek kel û pelên dîrokî kom dike; beşek jî ji aliyê xizm û dostan ve ji bo wî tê dabînkirin. Lê di dema meşa gelê Başûr ber bi Rojhilat û Bakurê Kurdistanê ve, rejîma Baasê di çarçoveya zext û gefên ji bo tunekirina gelê kurd de, hemû kel û pelên dîrokî yên ku komkiribû tune kir.
KURÊN WÎ BIRYARA MUZEXANEYÊ DAN
Tevî hilweşîna hinek xeyalan jî lê li ser hezkirina xwe ya ji bo dîrokê israr kir û carek din dest bi komkirina kel û pelên dîrokî kir. Vê hezkirin û xebatên xwe heta çavê xwe li jiyanê girt û koça dawî kir ango heta sala 2015’an dewam kir. Kurên Kerîm Axa di 17’ê nîsana/avrêla sala 2016’an de biryar da ku dîwanxaneyê vegerînin muzexaneyê.
GELEK TIFINGÊN KEVN
Di nava muzexaneyê de gelek kel û pelên ji dîroka navçeyên Kurdistanê hene. Hinek ji wan dîroka digihije çaxa kevir ku yek ji wan bermayek ku jê re dibêjin ‘berdelek’ û îdîa ew e ku dîroka wê digihije beriya 100 hezar salan; ewli gundek yê sînorê Çemçemalê dîtine. Ji bilî van bi dehan cureyên tifing, birno û gelek tiştên din ên dîrokî hene.
Ev muzexane niha dibin çavdêriya muzexaneya Silêmaniyê de ye, ji bo wê bûye çavkaniya dehan xwendevanan; ji bilî xelkê herêmê û rêxistinên biyanî jî serdana muzeyê dikin.
'BERÊ JÎ JI BO MÊVANAN DERÎ VEKIRÎ BÛ'
Dîroknas Pêşewa Reûf di derbarê dewlemendiya muzexaneyê de wiha dibêje: “Ew xwedî nirxek girîng ê dîrokî ye. Bi dehan tiştên dîrokî di nava xwe de dihewîne ku hin ji wan di dirêjahiya dîrokê de dadikevin û şaristaniyan derbaz dike û digihîjin çaxa kevirê kevin. Her çend ev muzexane tenê ji bo komkirina kel û pelên dîrokî hatibe damezrandin jî, lê bi dabînkirina beşekî ji tiştên Hemewendî re bûye parêzvanê çand, resenî û kurdayetiya herêmê. Di dema dîwanxane bû de jî, derî ji mêvanên dûr re vekirî bû.”
PIRTÛKXANEYA WIR
Pêşewa Reûf her wiha qala qata pirtûkxaneyê jî kir û wiha got: “Bi hezaran çavkaniyên giring ên zanistî û dîrokî tê de hene. Her wiha gelek semîner û civînên wêjeyî li vir hatine lidarxistin.” (Rojnews)



