Diyarname
Koma Qeyrana Navneteweyî (ICG) di rapora xwe de bang li dewleta Tirkiyeyê kir ku mefê perwerdehiya bi zimanê zikmakî qebûl bike, bendava sedî 10 jî ji holê rake.
Koma Qeyrana Navneteweyî (ICG) roja 11'ê mehê raporeke ku ji 47 rûpelan pêk tê weşand. Di raporê de xwest Serokwezîr bi partiya legal a kurdan re rûne.
ICG'ê rapor bi sernavê "Tirkiye: PKK û Çareseriya Pirsgirêka Kurd" weşand. Vaye ji raporê çend not:
- Li Tirkiyeyê êrîşên PKK'ê zêde bûne. Di 4 mehên dawî de hejmara kesên di şer de mirine gihîştiye 700 kesî.
- Hikumeta Tirk di demên dawî de di warê Pirsgirêka Kurd de çivan dide xwe. AK Partî di sala 2005'an de "Pêşîlêvekirina Demokratîk" dabû dest pê kirin lê di sala 2009'an de dest ji vê berda.
- Berdewama reformên di warê zimanê kurdî de - venebû.Kurdên ku tevî şîdetê nebûne hatine girtin.
- Pêşketinên li Sûriyê cesaret daye PKK'ê û ev yek Enqere xistiye nav metirsînê.
- Heta niha tiştê kêm maye stratejiya çareseriyê ye. Ev stratejî digel hewldanên bi pîvan ên ewlekariyê, di çarçoveya demokratîk de divê mafên kurdan jî bêne pejirandin. Niha Tirkiye ji bo vê yekê di nav rewşek guncan de ye. Piraniya meclisê di destê AKP'ê de ye, Serokwezîr Erdogan divê vê bikar bîne. Ji ber vê pêdivî pê nîn e ku bi PKK'ê re muzakere bê kirin lê Serokwezîr divê bi tevgera legal a kurd re bikeve nav têkiliyê.
- Rapor dixwaze Tirkiye Zagona Partiyên Siyasî biguherîne û bendava Sedî 10 ji holê rake.
- Rapor dibêje ku li Tirkiyeyê zimanê fermî tirkî ye, li ger vê divê li herêmên tê xwestin digel vê mafê perwerdehiya bi zimanê zikmakî jî bê dayîn.
- Bila Zagona Têkoşîna bi Terorê re biguhere.
- Raya giştî di warê pirzimanî û pêşxistina rêveberiyên herêmî de bê agahdarkirin.
Wekî agahî: Koma Qeyrana Navneteweyî (ICG) navenda wê li Brukselê ye. ICG'ê heta niha li ser gelek pirsgirêkên li herêmên cuda ên dinyayê rapor amade kirine. Ji 46 miletên cihê 130 xebatkarên vê komê hene ku ev kom saziyeke serbixwe û sivîl e.


