logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. 6 xizmên lîstikvanê Amedsporê mirin
news-details

Xebateke zanistî 'Kurdica' derket

  • Dîrok: 12/12/2023
  • Beş: Berhem

Diyarname

Bi navê "Kurdica" (Kurdîka) pirtûkek derket. Pirtûk ji aliyê Şîlan Doskî ve hatiye amadekirin ku xebateke zanistî ye.

Pirtûk bi navê "Kurdica (Kurdîka), lîsteya navên zanistî yên dar, gul û giyayên Kurdistanê" ji Weşanxaneya J&J derket. Şîlan Doskî pirtûk amade kiriye ku ev beşa yekem a pirtûkê ye û ew li ser beşa duyemîn dixebite. Dostî li ser vê xalê wisa gotiye, "Hin nav min ji bo bergê duyem hêlayne ku bo nimûne navên zanistî yên hin dar, gul û giya ku li Robarê Ava Mezin ku li Bakurê Kurdistanê dest pê dike û li hin bajar û herêmên axa me re wekî Amed û Cizîra Botan dibûre heta dadikeve nav axa Başûrê Kurdistanê û bi şaxên xwe yên Zeyê Mezin û Zeyê Biçûk heta bi Zagros, li evan herêman û bi navê zanistî yê Mezopotamya ku ji 38 navan pêk tên û hin navên din min ji bo beşê duyem hiştine."

'DEMA NAVÊ KULÎLKEK BI NAVÊ KURDISTANÊ DIBÎNIM ŞAD DIBIM'

Doskî li ser kêfxweşiya xwe ya navên kulîlkan û amadekirina pirtûkê wisa gotiye, "Dema ez serdana flor an pêzanînên baxçeyên cîhanê dikim, ji nişke ve bi dîtina kulîlkeke kurdistanî ku bi destê wan hatiye tomarkirin pir şad dibim, li ser dixwînim û vekolînê dikim. Ji wan rûpelan, ji lêkolînên min ên berdewam, min gurzek gul û kulîlkên ku bi navê kurdîka hatine tomarkirin, di vê berhemê de ji bo we pêşkêş kirine." 

'HIN NAV HATINE PEJIRANDIN HIN NA'

Doskî di pêşgotina xwe de gotiye, "Damezirandin û navlêkirina Riweknasiyê ji aliyê Carl von Linnê (Carl Linaeus, Carolus Linnaeus 1707-1778) zanistyar, siriştnas, ajelnas û giyanasê Swêdî ve hatiye  kirin" û paşê mesele aniye ser vê pirtûkê: "Navên zanistî yên gul û giyayên Kurdistanê ku ji hêla giyanasên biyanî ve hatine tomarkirin, hin nav hatine pejirandin û hin jî na û gelek ji wan jî hevwateya hev in ku di her babetek de hatiye diyarkirin." 

MÎNAKA PÊŞKÊŞKIRINÊ

Doskî, di pirtûkê de 547 kulîlkên kurdî dane hev. Li gor pirtûkê kîjan zanyarî ew kulîlk kişf kiribe ligel navê kurdî, navê xwe jî daye ber û ew yek bi yek di pirtûkê de ligel wêneyên wê yên biçûk bi cih kiriye. Mînak bi vî rengî ne, "Giyazirxê Kurdî (Post.), Scutellaria kurdica Post.

Navê zanistî yê Giyazirxê Kurdî (Scutellaria kurdica Post.) ji hêla bijîşk û giyanasê Emerîkî Post, George Edward ve hatiye tomarkirin. Ev nav sala 1892yan di Pl. Hostiannae de hatiye weşandin û hevwateya navên zanistî yê pejirandî Scutellaria salviifolia Benth e.

Danheva giyayê wê di sala 1891ê li Rojavayê Kurdistanê-Efrînê-çiyayê Kurmênc/Kurdax ji hêla Post, G.E. (Coll. Barbey-Boissier)."

- Kurdica (Kurdîka) / Şîlan Doskî / Weşanên J&J / Lêkolîn / 244 rûpel / 2023

 

***   

Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîşandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye.   

 

***   

 

DIBE KU EV NÛÇE JÎ BALA TE BIKIŞÎNIN (Sernavê bitikîne):

- Perwîz Cîhanî: Karekî pir dijwar e ku mirov dubeytiyên Baba yên resen ji neresenan veqetîne 

- Îbrahîm Şahîn: Me 50 hezar klam dane hev 

- “Ev karê ku LEW dike dê ji bîra kurdî, ji zemên re bimîne” 

- Îdîaya Mem Med: Çîroka kurmancî li gorî cureyên edebî yên din herî pêş e 

- Samî Hêzil: Divê em cihê wergerê di çand û zimanê xwe de diyar bikin: serê jorê an ber dêrî? 

- Receb Dildar: Berteka ji bo xweparastinê tevgere xwezayî ye 

- 2022: Hemû pirtûkên bi kurdî yên salê     

Parve Bike

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Berhem - Nivîsên Dawî
news
  • 21 10 2026

Pirtûkeke nû, 'Şebrona' hat

news
  • 15 10 2026

'Dengê Helbesta Kurdî' derket

news
  • 13 10 2026

Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news
  • 12 10 2026

Çîrokên ji 'Şewtbihêrk'ê hatin

news
  • 06 10 2026

'Vateyê Verênanê Zazakî' veciya

news
  • 04 10 2026

'Destpêk û dîroka sînemaya kurdî' derket

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Li 14 bajaran komkujiya Helebçeyê hate şermezarkirin

ad

Şi´ir, continium û mirin

ad

Kedkarekî din ê sînemayê ji vê dinyayê çû

ad

Ji bo çarîk fînalê pişke hat kişandin

ad

Nirxandinek li ser 'Mirina Bêsî' û daxwaza jiyanek bê sî

ad

Amedspor û Bafil Talabanî hamey têhet

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname