Şaredariya DTP'ê ya Serêkaniyê li ser îsrafa avê bi kurdî afîş daliqandin.
Şaredariya Serêkaniyê di destê DTP'ê de ye û şaredar Îsmaîl Arslan e. Şaredariyê ji bo ku pêşî li îsrafa avê bike bi kurdî afîş amade kirin û li kuçeyan daliqand. Di afîşan de diruşma, "Av bingeha jiyanê ye, li jiyanê xwedî derkevin" bikar anî.
Bi vê yekê şaredarî dixwaze bal bikişîn eser girîngiya avê û ji gel jî dixwaze ava xwe bi pîvan bikar bîne.
Her wiha şaredarî dest bi aswaltkirina kuçeyan jî kir û heta niha li navenda bajar kolanek hezar 200 metreyan dirêj û 15 metreyan fireh hatiye aswaltkirin.
DÎHA - Diyarname