WAN
Keça Simkoyê Şikakî, Hediye Zîrekbîlek di sed saliya xwe de canê xwe ji dest da.
Simkoyê Şikakî yek ji rêberên kurd e ku li dijî rejima Îranê têkoşiya bû. Şikakî roja 21’ê tîrmeha 1930’an ji aliyê rejima Îranê ve hatibû kuştin. Keça Simko ya herî biçûk Hedoya Simko (bi navê xwe yê nasnameyê Hediye Zîrekbîlek) dema bavê wê hat kuştin ew keçikek biçûk bû. Hediye Simko niha di 100 saliya xwe de canê xwe ji dest da.
Li gor nûçeya MA'yê Zîrekbîlek ji ber têkçûna gurçikan ev demek bû li Nexweşxaneya Lêkolînê ya Herêmî ya Wanê di beşa lênêrîna taybet de bû. Zîrekbîlek îro li nexweşxaneyê de mir.
Cenazeyê Zîrekbîlekê dê sibê li goristana gundê Noşar ê navçeya Qelqeliyê were veşartin.
Ji bo Zîrekbîlekê wê li gundê wan şîn bê danîn.