Diyarname
Pirtûka “Ji Dermanxaneya Siruştê Zerzewatên Şîfadar” ku Xalidê Hekkarî ji bo Nûbiharê amade kiriye bi awayeke rengîn û bi wêne di sala 2012'an de hatiye çapkirin. Di pirtûkê de devdorê 50 nebatên şîfadar bi resmê xwe û wezîfeyên xwe yê ji bo şîfaya mirovan hatiye rawakirin.
Nebat li kêleka navê xwe yê kurdî navê Latînî jî hatiye nivisandin. Her wiha dîroka nebat û li ku derê tê çandin jî hatiye zelalkirin; derbarê fêdeyên wî û gotinên pisporan jî di bin beşa nebatan de hatiye rêzkirin.
Xalidê Hekkarî di pêşgotina pirtûkê de diyar dike ku xebatên li ser mijara nebatan rehê xwe berdide heta dîroka mirovahiyê û ev xebat di roja me de şiklê zanistê girtî ye. Ji ber vê jî li ser nebatan bi dehhezaran lêkolîn hatine kirin. Hekkarî li ser taybetiya xebata xwe wiha dibêje: “Pirtûka di destê we de, li ser bingeha xebata wan camêran hatiye avakirin û encama xebatên wan camêran nîşan dide. Min xebatê wan a hêja û pîroz beryek û seryek kir û wergerand zimanê me. Ji dervayî wergerandinê û navên wan ê kurdî/kurmancî hema bêje min tiştekî li xebata wan zêde nekiriye.”
Hekkarî diyar dike ku tib li Mezopotamyayê dest pê kiriye ku kurd jî li wir dijîn. Herçend zelal nebe jî ji 7000'î zêdetir nebat li vê herêmê hene û ji vana 400-500'ê wan pê derman tê çêkirin. Lê di van demên dawî de ev zanînî dermançêkirina ji nebatan hatiye jibîrkirin.
Hekkarî, ji bo girîngiya xebata xwe jî van gotinan tîne ziman: “Ji tenduristiya însan re gelek fêdeya zerzewatên siruştê heye. Ji bo dermanên nexweşiyan jî ji gîha, pincar û zerzewatên siruştê tê îstîfadekirin. Mixabin di piyasa me kurdan de di heqê gîha, kulîlk, pincar û zerzewatan de agahiyên nivîskî tune ne. Karên destpêkê bi zehmet in. Dema beriya meriv kesekî ev kar kiribe tecrubeyek li pêşiya meriv heye û meriv jê îstîfade dike. Lê tune be hazirkirina kareke wiha gelekî zehmet e…”
Xalidê Hekkarî kî ye?
Xalidê Hekkarî di sala 1948'an de li bajarê Culemêrge hatiyê dinê. Bavê wî ji Culemêrgê diya wî ji Motkan e. Di heft saliya xwe de çûye dibistanê. Şeş salan xwendiye, paşê ji ber bêdewamiyê, ji mektebê hatiye avêtin. Pîştî ji mektebê hatiye avêtin, di karê çêkirina avahiyan de xebitiye. Di avakariyê de, ji derveyî hesinbadanê di hemû beşande de xebetiye. Paşê çûye leşkeriyê û li pey leşkeriyê dîsa dest bi boyaxkariyê kiriye. Lê demek şûn de, dest jê berdaye û di sazkariya rêyan de xebitiye. Di wê navberê de qezayek hatiye serî wî û ketiye girtîgehê. 57 rojan di girtîgehê de maye. Piştî ku ji girtîgehê derketiye, xwe ji bo çûyîna Almanyayê nivîsiye û di 1972'yan de li Almanya, li fabrîqa Fordê dest bi kar kiriye. Heşt salan di Fordê de xebitiye. Ji wir çûye Gesenkirchen Buerê û li wir di madena komirê de xebitiye. Piştî wê jî ketiye karê şaredariya bajarê Kolnê. Ev bûn bîst sal in ku di vî karî de dixebite