14.00
Hin kesên beşdarî merasimê bûn: Hevserokê HDP'ê Selahattin Demirtaş û piraniya mebûsên HDP'ê, Cîgirê Serokê Giştî yê CHP'ê Sezgin Tanrikulu, Serokê Baroyên Tirkiyeyê Metin Feyzioglu û serokên baroyên 80 bajarî, Hevşaredarên Bajarê Mezin ên Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli, Hevserokê Şaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk, Şaredare Beşîktaşa Stenbolê yê CHP'yî Murat Hazinedar li merasimê amade bûn.
13.00
Serokê Baroya Amedê Tahir Elçî yê digot "Ji salên 90'î heta niha min li hemberî mezin û generalên we yên JÎTEM'ê serê xwe netewand û ji we natirsim" hat definkirin. Kekê wî Ahmet Elçî li ser gora biralê xwe got: "Doza me doza biratî, wekhevî, aştî û azadiya gelê me ye."
Îro bi sed hezaran kes ji bo merasima cenazeyê Tahir Elçî amade bû. Cenaze li Goristana Yenîkoyê hat definkirin.
Piştî merasîna li Abîdeya Mafên Mirovan a Parka Koşuyoluyê gel bi pankartên "Em te ji bîr nakin" û "PKK ne rêxistina terorê ye" û berzkirina diruşman heta goristanê meşiya. Cenazeyê Elçî yê bi rengên kesk, sor û zer hatibû xemilandin û flamaya baroyê ji hêla hempîşeyên wî ve ji wesayîta cenazeyê hat derxistin. Welatiyan li goristanê bi berzkirina diruşman hêrsa xwe ya li hemberî dewlet û hikumeta AKP'ê anîn ziman. Welatiyan posterên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, alên PKK'ê hilgirtin û posterê Elçî li ser wê "Me serê xwe netewend" nivîsîbû hilgirtin.
'Doza me doza azadiyê ye'
Cenazeyê parêzvanê mafên mirovan û aştiyê Tahir Elçî bi dirûşma "Şehîd namirin" hat definkirin. Piştî definkirinê welatiyan qurnefîl danîn ser gora Elçî. Kekê wî Ahmet Elçî li ser gorê axaftinek kurt kir û got: "Doza me doza biratî, wekhevî, aştî û azadiya gelê me ye."
11.00
Cenazeyê Serokê Baroya Amedê Tahir Elçî ji bo merasîmê anîn ber Abîdeya Mafên Mirovan a Parka Koşuyoluyê. Bi dehhezaran welatiyên li parkê kombûne bênavber dirûşma "Kujer Erdogan" berz dikin. Her wiha diruşmên "PKK gel e gel li vir e hatin berzkirin".
Di merasimê de axaftin hatin kirin. Vane hin gotinên ji wê merasimê:
Hevjîna Elçî Turkan Elçî wiha got: "Dê artêşa cînayetên kiryar nediyar te pêşwazî bike." Birayê Elçî Ahmet Elçî jî got, "Qatil dewlet e." Hevserokê Giştî yê HDP'ê Demîrtaş jî got, "Bila çavên te li dû te nemînin."
Merasima pêşî li ber Abîdeya Mafên Mirovan a li Parqa Koşuyoluyê li dar ket. Di merasîmê de girseyê wêneyên Elçî hilgirtin. Piştî rêzgirtinê sirûda "Çerxa Şoreşê" hat xwendin. Di merasîmê de li ser navê Lijneya Rêveber a Baroya Amedê Ahmet Ozmen axivî û wiha got: "Her mirin bi êş e û windahiyek e. Dema wî peywira xwe dikir her tim hiqûq li ber çavan girt. Her tim li cem mezlûman cih girt. Hiqûqê yên qetliyaman dikin nerihet dikir. Her tim me dît ku bi helwestekî bi rûmet li hemberî wan rawestiya.
'Me di êrîşekî nemerd de winda kir'
Me Elçî di êrîşekî nemerd de winda kir. Em wekî Baro, rêxistina parastinê kiryar û qetilên vê cînayetê baş nas dikin. Yên li herêmê cînayetên kiryar nediyar kirin, nivîskar, rewşenbîr û siyasetmedar qetil kirin ji bo neyên darizandin her tişt kirin û ji bo hesabê bidin astengî derxistin.
'Ez ji we natirsim'
Ji ber ku înfazên bêdadî derxistin holê bû hedefa çeteyên li dijî mirovahiyê. Rayedarên dewletê û çapemeniya alîgir hedef nîşan da û rastî lîncekî siyasî hat. Li hemberî vê kampanyaya lîncê serokê me li ser hesaba xwe ya Twîtterê wiha bersiva dabû, 'Min li hemberî general û bavên we yên JÎTEM'ê yên di salên 90'î de serî netewand û ez ji we natirsim.'
'Em hemû şahidên tiştên te ji bo aştiyê kirin in'
Bi awayekî bêdadî hat binçavkirin û hat darizandin. Di qetilkirina serokê me de tîliya wan kesan heye. Hê otopsî nehatiye kirin û li cihê bûyerê lêkolîn nehatiye kirin bi awayekî lezgîn dest bi hewildanên beralîkirinê kirin. Em hemû şahidên tiştên te jî bi aştiyê û gelê xwe kirin in. Te serî li hemberî JÎTEM'ê netewand. Êdî em zarokên kurdan li di bin navê 'têkoşîna bi terorê' re tên qetilkirin qebûl nakin. Em dixwazin demildest kiryar bên girtin û bên darizandin. Em dê her tim vê yekê bişopînin.
'Rêzdar Elçî bila çavê te li dû te nemînin'
Gotinên Elçî yên dawî ji bo me mîrate ne. 'Em xwedî li dîrok, çand û berhemên xwe derbikevin' Rêzdar Elçî çavên te bila li dû te nemînin. Em soz didin gelê kurd dê bê parastin namîne. Em dê xwedî li dîroka xwe, çand û dîroka xwe ya kevnar derbikevin. Em dê ala te ya hiqûqê her tim bilind bikin."
Hevjîna wî Turkan Elçî: Kevokên wekî te man e
Pişt re Hevjîna Elçî Turkan Elçî jî axivî û wiha got: "Dê artêşa cînayetên kiryar nediyar te pêşwazî bike. 'Pêwîstî bi yên te nas nekirin tune ye. Hemû cînayetên kiryar nediyar û hemû malbat te nas dikin. Me li vir tu şopandî. Te emrê xwe li ser cînayetên kiryar nediyar derbas kir. Ma kevokên wekî te mane êdî.'
'Êdî ez azad im'
Dê ji wî re bêjin 'Te em parastin, dê kî te biparêze? Dê bêje hevjîna min a ku wekî min difikire û hevalên min hene. Min îro daxwazname da, qedexeya min a derveyî welat rabû, êdî ez azad im û ez dê li nav welatan û behran bigerim'
'Xatirê we'
Hemû cînayetên kiryar nediyar dê wî hembêz bikin. Dê danîn ser Mînareya Çar Lîng. Dê bêje 'Dîrok dê min fêm bike. Medyaya qirêj, rojnameyên ez hedef nîşan dam xatirê we, yên nedixwestin min fêm bikin, yên lêvên xwe ji min re şor dikirin, tezgehên min îşkence lê dîtin, êtîmên cînayetên kiryar nediyar xatirê we, zarokên min hevjina min xatirê we.'"
'Tu caran nikarin gelê kurd bêzar bikin'
Birayê Elçî Ahmet Elçî jî wiha got: "Dozger, dadger û medyaya dewletê birayê min hedef nîşan da. Birayê min qetil kirin. Birayê min şehîdê yekemîn nîn e û dê yê dawî jî nebe. Divê ev yek wisa bê zanîn. Lê bila dagirker, zordest û faşîstên nemerd baş bizanin gelê kurd tu caran nayê bêzarkirin. Gelê me dê heya dawî berxwe bide.
'Ew mirovekî azad bû'
Tahîr nemir û namire. Ew mirovekî azad e. Dibe ku dewlet dest û piyên me kelebçe bike lê tu caran nikare mêjiyê me kelebçe bike. Ji ber wê ew azad e. Em dê bi gel û dostên xwe re li ber xwe bidin. Ji ber vê yekê yên ji metropolên Tirkiyeyê hatin, ji Botan, Serhad û hemû bajarên Kurdistanê hatin silav dikim.
'Dewletê qetil kir'
Em wekî gel dê heya dawî li ber xwe bidin. Em teqez serî li hemberî dagirkeran natewînin. Tahîr birayê sosyalîst, ermen, asûrî û hemû kurdan bû. Wekî rewşenbîrekî kurd ji aliyê dewletê ve hat qetilkirin. Dî dîrokê de vê dewletê gelek rewşenbîrên kurd qetil kirin. Lê tu caran gelê me têk neçû û em dê qezenc bikin."
Anli: Barê me dê girantir be
Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Firat Anli jî di axaftina xwe de wiha got: "Li vî cografyayê li her kuçeyê her bajarî her quncikê îro kesê ku dev ji pey kuştinên kiryar nediyar ên salên 90'an bernedaye, têkoşîna wî daye lê her tim bêhna JÎTEM'ê li stûyê xwe hîs kiriye, kesekî şoreşger, ji bo rêwîtiya kesekî welatparêz em li cem hev in. Em dizanin ku ev ji bo me ji îro şûn de barekî girantir e. Berpirsyariya li ser milê me girantir e. Em ê bi vî zanebûnê nêzîk bibin. Me di salên 90'an de wekî gelek hevalên xwe li Yeşîlyurtê, li Licê, li Zindanên Amedê di îşkencexaneyan de li dijî neheqiyan em bi pêşengiya wî hatin cem hev, me li ber xwe da. Ji bo vê hemû Kurdistan herikî vê derê. Ji bo vê yekê ez spasiyên xwe li gelê me dikim.
'Vî gelî tirs derbas kir azadiyê dijî'
Ez silavê ji bo Botanê dişînim. Ji bo ku zarokekî wisa mezin kir û şand Amedê. Îro bi hezaran kes em wî ji paytextê oxir dikin. Tu mirovên me êdî bi diwarên tirsê ve nikare bêastengkirin. Vî gelî tirs derbas kiriye. Azadiyê dijî. Amed, Rojava, Botan, Serhed û li Stenbolê azadiyê dijîn. Hevalên me yên wekî Tahîr mîras ji bo me hiştin. Em ê jî têkoşîna wî mezintir bikin û bidomînin."
Demîrtaş: Aştî ji devê wî kêm nebû
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş jî ev tişt anî ziman: "Ez ji bo malbata Tahîr Elçî sersaxiyê dixwazim. Ez ji bo Tahîr rehmetê dixwazim. Xwedî bila nehêle ku em careke din li ber darbesta hevalekî xwe biaxivin. Bila Elçî emanatî gelê me bibe. Emrekî diyarê aştî, azadî û demokrasiyê hatiye kirin. Her hal emrekî diyarî vî riyê hatiye kirin di pêvajoyeke wisa de dê li nivînekî germ bi dawî nebûba. Hemû riya hezkirina azadiyê ev e. Bila Xwedê jiyan û mirineke bi vî rengî nesîbê me hemûyan bike. Ya girîng em çawa hatine kuştin na, em çawa jiyane ye. Em ê her saniyeya xwe fedayî nirx û pîrozên gelê xwe bikin û bi vî rengî bijîn. Tahîr Elçî wisa gotibû. Heta saniyeya xwe ya dawî jî gotina aştiyê ji devê wî kêm nebû. Li ser vî axa xwe gelek mirin, êş û xwîn dît. Me her roj cenaze rakirin. Em li ber deriyên morgan û goristanan mezin bûn. Lê me ev yek wekî qeder qebûl nekir. Em ê aştiyê bînin vê axê. Wekî ku Elçî got me xwîn û mirin nexwest. Me xwest em li ser axa xwe di nava aştiyê de bijîn. Wekî ku Ahmet Arîf gotiye 'ev e ji bo qetilkirina me ferman'. Şert û merc çi dibin bila bin ji bo parastina aştiyê wêrekî divê. Ji bo vê divê bedel bê dayîn. Tahîr Elçî dizanibû. Kesê ku dizanibû dê li nivînê xwe nemîre. Em hemû bi vî rengî derketin ser vê rêyê. Ji bo ku zarokên me di nivîsên xwe de rehetî bimirin me canê xwe danî holê. Heke difikirin ku dê me bitirsînin xelet in. Wekî ku hevsera wî jî got bi hezaran kuştinên kiryarnediyar dê Tahîr pêşwazî bikin. Jiyana wan jî wekî çîrokên jiyana axa Kurdistanê bi êş e. Çîroka biêş a her yek ji wan wekî dîroka biêş a axa me ye. Em te emanetî vê axê dikin. Bila şikir be ku dostên me, gelê me heye. Ciwanên me yên leheng ên ku têkoşîna te bidomînin hene. Îro bi sed hezeran li pey te dimeşin.
Gumana me di warê ronîkirina cînayetê de heye. Gumanên me yên mafdar hene. Ew qas hatin jiyîn ku me qet yek ji wan jî dê edalet pêk bê bi rehetî oxir nekir. Ev dewlet tu caran nebû dewleta me. Yên ku girtin destê xwe wekî malê xwe bi kar anîn. Me hewl da ku bila bibe ya me. Ya ku Tahîr kuşt ne dewlet e, bêdewletbûn e. Bila gelê kurd vê yekê baş bizanibe. Ji ber ku em dizanin ku li pişt serokê me yê qasidê aştiyê çi heyf e ku yên ku dibêjen 'oxweş' hene. Li Enqereyê rêveberiya ku di dilê xwe de hîs nake heye. Em ê çawa bibêjin dewleta me. Civaka ku di êşê de jî nabe yek çawa dikare bi hev re bijî.
Em ê vê karwana azadiyê bigihînin serî. Bila çavên te li dû te nemînin Tahîr Elçî. Me nedixwest wisa be. Xwedî li ber darbesta te axaftin nebûya nesîbê me. Nerehet e lê ev roj jî dê derbas be. Hemû êş dê li ser vê axê rojeke bibin kulîlk. Dê xweza rojeke silav bide hemû şehîdên me."
Piştî merasîma li ber abîdeyê bi sedhezaran diruşma "Şehîd namirin" berz kirin û ber bi Goristana Yenîkoy a cenaze dê bê definkirin ve dest bi meşê kirin.
10.00
Cenazeyê Serokê Baroya Amedê Tahir Elçî ji nexweşxaneyê hat girtin û ji ser Kolana Elezîzê re ber bi Koşuyolu ve kete rê. Mebûsên HDP'ê û hin ên CHP'ê jî li pêş kortejê dimeşin. Pankarta "Em tê ji bîr nakin" bi kurdî û tirkî nivîsîne û li ser wêneyê Elçî heye vekirine.
Li aliyê din li Parka Koşuyolu jî gel kom bûye û li benda cenazeyê ye. Piştî merasima li vir dê cenazeyê bibin Goristana Yenikoy.
09.00
Ji serê sibê de gel ber bi Nexweşxaneya Dewletê ya Selahattin Eyyubî ve herikî û li bendê ne cenazeyê wergirin.
**
Nûçeyê eleqedar:
- Sefer Selvî kuştina Elçî xêz kir
- Balikçilar, Minare û Elçî...
- Bernameya rakirina cenazeyê Elçî
- Mebûsên HDP'ê wêneyên Elçî vekirin
- Baydemîr ji bo Elçî axivî: Emê teslîmê faîşmê nebin