logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand
  2. PFDK'ê ceza li Amedsporê birî
  3. Ji sînemaya Tirkiyeyê fîlmên klasîk bi awayê restorekirî têne nîşandayîn
  4. Heta 2035'an hejmara rojnamegeran dê nîvî nîvî kêm bibe (Lêkolîn)
  5. Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya
news-details

Wêje, felsefe û romanên ramanî

Felsefe şêweya ramanî ye. Pirs pirsîn e, di derbarê jiyana însan û problemên civakî de eleqederbûn e. Felsefe bi problem

  • Dîrok: 10/12/2019
  • Beş: Serbest

Lokman Polat

Felsefe şêweya ramanî ye. Pirs pirsîn e, di derbarê jiyana însan û problemên civakî de eleqederbûn e. Felsefe bi problemên civakî yên zor û zehmet û yên ku nehatine çareserkirin re mijul dibe. Ew bi maneya hebûna însan re, bi zanîn bersiv dide. Her însan li gor zanîna xwe û li gorê parastina felsefeya xwe helwest digre. Gelek ramanên felsefî yên cur bi cur hene. Ramanên felsefî gerdûnî ne. 

Di gelek berhemên edebî/wêjeyî de ramanên felsefî hene. Bi taybetî jî di berhemên edebî yên klasîk de mirov rastê cure cure ramanên felsefî tê. Hosteyê edebiyata klasîk Dostoyevskî di romanên xwe de ramanên felsefî yên olî, rewşa însan ya li pêşberê Yezdan, li hemberê bûyeran hilbijartina azad ya însan şîrove dike û bi şêweyeke edebî pêşkêşê xwendevanan dike. Her wiha di berhemên Dante, Tolstoy, Zola, Hugo û hwd de jî rengên felsefî hene. Niha nivîskarên post-modern di berhemên xwe de giranî didin ramanên felsefî.

Bi kurdî pirtûkên felsefî kêm in. Kêmbûna pirtûkên felsefî ne ji qelsiya zimanê kurdî ye. Zimanê kurdî zimanekî dewlemend e û pê her tişt dikare bê nivîsîn. Qelsî ji ziman na, lêbelê ji qelsiya zanîstiya lêkolînvan û nivîskarên kurd pêk tê.

Hosteyê edebiyata kurdî Ehmedê Xanî sê sed sal berê berhemeke nemir afirandiye û tê de ramanên felsefî jî hene. Zimanê kurdî ne tenê zimanê nivîsîna çîrokan e. Bi vî zimanî di gel çîrokan, roman, helbest, şano, felsefe, teorî, îdeolojî,  siyaset, şîrove, ceribandin, analîz, mîzah, magazîn û hwd, anku hemû cure tişt  hatiye nivîsîn û divê ji niha pêve jî bê nivîsîn.

Felsefe lênêrîna li xwezayê, cîhanê, civakê û siyasetê ye. Her însan li gor ramanên xwe yên felsefî tiştan şîrove dike, dinirxîne. Felsefa însan bandora xwe dide ser şiklê jiyandina jiyana însan. Felsefe ronahîkirina hizrên ramanên însan e. Zanîna jîyanê û nirxandina civakê bi ramanên felsefî pêk tê. Ramanên îdeolojîk, siyasî û olî di bingeha xwe de ramanên felsefî ne.

Çawa ku di ola cihûyan, xaçperestan, misilmanan, zerdûştiyan  û budîstan de felsefe heye, her wiha di fikrên –ramanên- Marksîzm, Lîberalîzm, Humanîzm û hwd, de jî felsefe heye. Digel van, di edebiyatê de jî felsefe û ekolên felsefî hene. Di edebiyata kurdî ya nûjen de kîjan ekol xurt e? Herî pir bandora kîjan ekolê li ser nivîskarên kurd yên ku xwerû bi kurdî dinivîsin heye? Berhemên edebî yên kurdî di nav kîjan kategoriyên edebî yên ekolên cîhanê de ne? Ev mijar babeta lêkolînê ye û divê li ser vî tiştê lêkolîn bê kirin.

Sartre di berhemên xwe yên edebî de felsefa “hebûniyê” pêşkêş dike. Di gelek berhemên edebî de felsefa Realîzmê, Marksîzmê, Surrealîzmê, Lîberalîzmê hene. Di felsefa Ehmedê Xanî de felsefeya welatperweriyê, neteweparêziyê heye. Di berhemên Cigerxwîn de, digel felsefa welatperweriyê, bi giranî felsefa çepîtiyê, enternasyonalîstiyê heye. Di romana Mehmet Uzun ya bi navê “Mirina Kalê Rind” de felsefa rindîtiyê heye. 

Felsefe û edebiyat bi hev û dû ve girêdayî ne. Di berhemên edebî de pir yan hindik, miheqeq rengên felsefî hene. Hinek nivîskarên klasîk yên rusan di romanên xwe de felsefeya nihîlîzmê dane nîşandan, hinekan felsefeya sosyal civakî ji berhema xwe re kirine bingeh. Di berhemên edebî de pêkanîna ramanên felsefî berhemên edebî xurt dike.

Di berhemên edebî yên kurdî de felsefe heye yan tune ye? Heger heye çiqas heye? Ez naxwazim minaqeşeya vî tiştî bikim. Divê lêkolînvanên kurd di vê hêlê de lêkolîn bikin. Lê belê ez dixwazim ku nivîskarên kurd hîn pirtir di berhemên xwe de ramanên felsefî bi kar bînin, çîrok, roman, şano û helbestên xwe bi rengên felsefî binexşînin.


Romanên Ramanî

Min di nivîsa xwe ya sernavê “Di edebiyatê de motîfên siyasî” de behsa pêwîstiya motîfên siyasî di berhemên edebî de kiribû. Kurd wisa di rewşeke de ne ku, êdî navê “kurd” bi xwe bûye siyasî. Yanê êdî peyva “kurd” ev sifeta navê neteweyî bi xwe siyasî ye û hêj jî navê welat -Kurdistan- qedexe ye. Di gelek pirtûkan de ji bo ku peyva “Kurdistan” derbas bûye, ji alî dewletê ve hatine qedexekirin, pirtûk ji alî polîsan ve hatine civandin, nivîskar hatine mehkemekirin.

Di edebiyatê de romanên ramanî, siyasî, felsefî ciheke girîng digirin. Hem di nav edebiyata klasîk a cîhanê de û hem jî di nav edebiyata nûjen -modern- de gelek romanên ramanî, siyasî, felsefî hene. Di romanên ramanî de diyalog û minaqeşeyên îdeolojîk, siyasî, felsefî, ravekirina rewşa gelêrî, ciheke fireh digre û car heye derdikeve pêşiya çîroka romanê. Heta, di hinek berheman de çîroka romanê bi xwe di sîya van gengeşeyên ramanî, siyasî û felsefî de dimîne.

Di diyalogên Platon de, Sokrates û hinek hevalên wî li maleke rûnî dikin, şerab vedixwin û sohbet dikin. Berhem li ser vê sohbetê tê saz kirin. Minaqeşeyên ramanî û felsefî di wê sohbetê de derdikevin pêş.

Di hinek romanên ramanî de, propaganda siyasî jî hene. Ji bo îdeolojiyek bê bilindkirin, siyaset û felsefe bê parastin, berhem li ser çîrokek siyasî tê hunandin. Ji bo bala xwendevanan bê kişandin, çîrokeke romantîk, leheng û fîgurên balkêş, ji pêşkêşkirina raman û felsefê re dibe hacet. Nivîskar bi wasita leheng û çîrokê ramanên xwe rave dike, mesaja xwe dide.

Nivîskarên navdar, her wekî Jean Paul Sartre, Tolstoy, Dostoyevskî, Turgenyev, Nîetzsche, Goethe û hwd, berhemên ramanî û felsefî afirandine. Wan di romanên xwe de fikr û ramanên xwe, felsefa ku diparêzin pêşkêşê civakê kirine.

Dostoyevskî di romana xwe ya bi navê “Notên Binerdê” de, dîn, exlaq, polîtîka û pirsgirêkên sosyal û civakî derdixe pêş. Dîsa ew di romana “Ecinî” de felsefeya Anarşîstan minaqeşe dike. Nîkolay Çernîşevskî di romana “Di vê çi bê kirin?” de îdeolojiyeke civakî pêşkêş dike û bi hal û hareketê leheng vê îdeolojiyê diparêze. Tolstoy di berhema xwe ya bi navê “Di taritiyê de ronahî çirisî” de felsefe û jiyana mirovên azad rave dike. Turgenyev, di romana xwe de felsefa Nihilîstan dinirxîne. G. Orwel li hemberê dîktatoriyê berhemeke siyasî û felsefî afirand. Gogol di berhemên xwe de rizandina civakî derdixe holê.

Ji hêla berhemên -romanên- ramanî û felsefî de edebiyata kurdî a nûjen qels e. Mem û Zîna Ehmedê Xanî wekî derya ye. Di hêla raman û felsefê de jî gelek tişt têde hene. Di nav edebiyata kurdî a nûjen de, pir nebin jî, hinek berhem hene ku mirov dikare wan di nav kategoriya berhemên -romanên- ramanî û felsefî de bihesibîne.

Pêwîstiya edebiyata kurdî bi romanên ramanî, siyasî û felsefî heye. Divê nivîskarên kurd romanên wiha jî biafrînin.

polat.lokman@gmail.com

Parve Bike

Youtube Me

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news

Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran

news

Ji têkoşîna siyasî, helbestvanî, heta siwarçakiyê, jineke jêhatî: Hebê Xan

news

Qedera Geliyê Godernê

news
Serbest - Nivîsên Dawî
news
  • 25 10 2026

Careke din taybetiyên lêkerên  ‘Bûn’ û ‘Kirin'ê

news
  • 22 10 2026

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news
  • 17 10 2026

Yekem Haxama jin di nava desthilata olî ya cîhanê de: Asênat Barzanî

news
  • 10 10 2026

Xumava Estetîkê ya Zemanekî

news
  • 10 10 2026

Yekem mamostaya jin ya Şarbajêr û sembola wêrekiya jinên kurd: Munîre Qeftan

news
  • 09 10 2026

Keçên niftik ên çenên wan pûsîbûn

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Fîlmê herî serketî yê 10 salên dawî

ad

Roja Rojnamegerên Kurd pîroz be

ad

Zema li dogalgazê sedî 60 derbas kir

ad

Fawaz Husên dibe mêvanê Amedê

ad

Demîrtaş jî têde heyetek fireh a HDP'ê diçe Başûr

ad

Pirtûkên kurdî diçin Mêrsînê

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand

  • 23 10 2026
news

PFDK'ê ceza li Amedsporê birî

  • 23 10 2026
news

Ji sînemaya Tirkiyeyê fîlmên klasîk bi awayê restorekirî têne nîşandayîn

  • 23 10 2026
news

Heta 2035'an hejmara rojnamegeran dê nîvî nîvî kêm bibe (Lêkolîn)

  • 23 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname