Enqere
Mebûsê DTP'ê yê Sêrtê Osman Ozçelîk xwest YOK bê guhartin û li Zanîngeha Dîcle û Stenbolê kursiyên kurdî bêne vekirin.
Ji bo vê yekê Ozçelîk pêşniyarnameyeke zagonî da Serokatiya Meclisê. Ozçelik da zanîn ku li zanîngehên Tirkiyeyê zimanên wekî sumerî, latînî û sankrîtî yên mirî tên dayîn lê perwerdehiya kurdî li zanîngehan qedexe ye.
Di heman demê de Osman Ozçelîk îro mebûsên DTP'ê Îbrahîm Bînîcî û Nûrî Yeman rli Meclisê daxuyaniyeke da çapemeniyê. Ozçelîk xwest Xalên 11 û 32'yemîn ên Zagona Rêxistina Saziyên Perwerdehiya Bilind a bi Hejmara 2809'an bên guherandin û piştî îbareya "Fakulteya Wêje û Fenê" cih bidin îbareya "Beşa Wêje û Zimanê Kurdî yên girêdayî Fakulteyên Fen Edebiyatê".
Mebûs Ozçelîk diyar kir ku kurd gelê Mezopotamyayê yê herî kevn in û wisa got: "Kurd heta niha ji aliyê gelên cur bi cur ve bi navên cuda hatine ravekrin lê em bi xwe, xwe kekî 'kurd' bi nav dikin. Li Tirkiyeyê di navbera 15-20 mîlyon, li îranê 12-15, li Iraqê 4-5 û li Suriyeyê jî nêzîk 2 milyonan kurd hene. Kurd bi zaraveyên kurdî yên wekî kurmacî, soranî û dimilkî derdê xwe tînin ziman. Ji 35 mîlyon kurdan ji sedî 75'ê wan bi kurmacî diaxivin. Ji sedî 15 soranî û ji sedî 5 jî dimilkî diaxivin. Li Tirkiyeyê jî ji sedî 85'ê kurdan bi kurmancî û ji sedî 15 jî dimilkî diaxivin."
Ozçelîk bal kişand ser lêkolîna Kovara Dans Le Monde le Françaîs ku têkildarî zimanê herî zêde li cîhanê tên bikar anîn û wiha berdewam kir: "Di lêkolînê de îngîlîzî, fransizî, almanî, spanyolî û japonî di 5 rêzên pêşiyê de cih girtine. Tirkî bûye 25'emîn. Lê ligel ku zimanê fermî yê dewletekê nîn e jî kurdî di nav zêdeyî hezaran zimanan de bûye 31'emîn zimanê herî zêde tê bikar anîn. Kurdî gelek zimanên xwedî dewlet ên Ewropa û cîhanê li pişt xwe hiştine. Kurdî li Herêma Kurdistana Federal di hemû qadên perwerdehî, aborî, saziyên cemaweriyê de tê bikar anîn û li gorî Zagona Bingehîn a Iraqê zimanê fermî yê duyemîn e. Lê li Tirkiyeyê bi Zagona 1982'yan kurdî hate qedexekirin. Ev qedexe di sala 1991'ê de hatiye rakirin. Kurdî di jiyana rojane de tê bikar anîn. Her wiha di warê perwerdehî û weşanê de tu asteng nemane li gorî zagonê. Kurdî bi Peymana Lozanê jî hatiye nasîn û mîsogerkirin lê piştre hatiye qedexekirin. Niha di TRT'ê de bi kurdî weşan tê kirin. Lê ji ber ku di warê akademîk tu perwerdehî nayê dayîn, TRT di peydakirina xebatkaran de tengasiyê dikişîne. Ji bo vê yekê lazim e li Zanîngehên Stenbol û Dîcleyê Kursiyên Ziman û Wêjeya Kurdî bên vekirin. Ji bo vê pêdivî bi guherandina xalên 11 û 32'yemîn ên Zagona Rêxistina Saziyên Perwerdehiya Bilind a bi Hejmara 2809'an û piştî îbareya 'Fakulteya Wêje û Fenê' cih bidin îbareya 'Beşa Wêje û Zimanê Kurdî yên girêdayî Fakulteyên Fen Edebiyatê.'
Wekî notek: Demek berê Baroya Amedê jî serî li Rektoriya Zanîngeha Dîcleyê dabû û xwestibû li Zanîngeha Dîcleyê beşa kurdolojiyê bê vekirin.