Fehîm Işik
Xebata hevgirtina kurdan bi taybet di destpêka salên 90’î de berbiçav bû. Realîzebûna çareserkirina pirsgirêka kurd û liv û tevgerên hevgirtina partî û tevgerên kurdan bi hev re meşiyan. Di sala 93’yan de di navbera PKK’ê û partiyên din de protokol hatin mohrkirin. Divê em bînin bîra xwe ku DEP (Partiya Demokrasiyê) encama van liv û tevgerên kurdan bû.
Balkêş e. Her ku kurdan xwest hevgirtina xwe qaîm bikin, êrîşên dewletên herêmê jî zêde bûn. Diyar bû ku dewletên herêmê nedixwestin kurd werin cem hev; ango bikaribin hêzeke xwedî soz û biryar damezrînin. Di navberê de gelek hewldanên din jî çêbûn. Hewldana herî berbiçav xebatên damezrandina Cepheya Kurdistanê bû. Li derveyî welat ji bo damezrandina cebheyeke kurdistanî gavên mezin hatin avêtin. Hêzên çar beşên Kurdistanê beşdarî van xebatan dibûn. Piştî xebata çend mehan peyrewa navxweyî ya cebheyê jî hat qebûlkirin. Hejmara rêveberên cebheyê û ji her partî û hêzeke kurd ew ê çend kes beşdarî vê xebatê bibin hatin diyarkirin.
Mixabin, ev xebat jî neçû serî. Dû re ev hewldan çendekî wekî platform meşiya lê ew platform jî di navbera çend mehan de belav bû. Piştî salên 2000’î tevgerên kurd zêdetir bi serê xwe meşiyan an jî ew hêzên ku nêzîkî hev in dest bi xebatên lihevkirinê kirin. Liv û tevgerên salên 2000’î zêdetir di qada vekirî de, di navbera partî û tevgerên eşkere de dihatin meşandin. Ji van xebatan ji bo hin partî û saziyên kurdan nan derketin lê mixabin ji bo tevayî kurdan tiştek berbiçav pêk nehatin.
Piştî ew qas salan xebata herî berbiçav carekî din bi pêvajoya aştî û çareseriyê ya sala 2013’yan re dest pê kir. Ev xebata berbiçav, hema bêje bi temamî li ber raya giştî û bi awayekî vekirî hat meşandin. Bi pêşniyara birêz Ocalan li Ewropa, Enqere û li Amedê 3 konferansên girseyî çêbûn. Ji bo Kongreya Neteweyî jî partî û hêzên çar perçeyên Kurdistanê çendîn car li Hewlêrê hatin cem hev. Li civînên Hewlêrê ku di bin serokatiya birêz Barzanî de dihatin rêvebirin, komîsyoneke ji çar beşên Kurdistanê pêkdihat jî hat hilbijartin.
Mixabin, ev xebat jî bi ser neket. Ji ber lihevnekirina partiyên sereke, ev xebat xitimî û li ciyê xwe sar bû. Piştî hinde ezmûnan, êdî hewce nake kurd carekî din xwe bi konferansan bilivînin û biwestînin. Xebat li ku xitimî be dikare ji wê derê dest pê bike.
Xebat, di civînên damezrandina Kongreya Neteweyî de xitimî. Her wiha ji aliyê dewletên herêmê ve destdirêjî li van xebatan hatin kirin û ji ber vê yekê jî ev xebata pîroz ber bi pêş ve neçû. Bi raya min ji bo pêşketineke nû ev tişt pêwîst in.
Yek, divê destdirêjiya dewletan, bi taybet destdirêjiya dewletên herêmê bi tundî were redkirin. Du, rast e, xebat divê li ciyê ku xitimî ye dest pê bike; lê divê ev xebat careke din bi marîfeta komîsyona ku hatiye hilbijartin bi rê ve biçe.
Sê; ev xebat divê dest pê bike.
Ger dil bixwaze, ne zor e; lê mixabin di nav ew qas alozî û gengeşiyê de ne hêsan e jî…
28.06.2016, Azadiya Welat