Diyarname
6'emîn Festîvala Helbestan a Navneteweyî ya Granadaya Nikaraguayê îsal 14'ê vê mehê dest pê dike û heta 21'ê mehê li dar e. Helbestvanê kurd Husên M. Hebeş jî bi helbestên xwe beşdarî festîvalê dibe.
Di festîvalê de ji 63 welatan zêdetirê 100 helbestvanî beşdarî festîvalê dibe. Di malpera festîvalê de helbestan Hebeş wekî kurdê Sûrî hatiya nasandin û li ser jiyan û berhemên wî agahî hatine pêşkêş kirin.
Di nav festîvalê de helbestan Fadhil Al-Azzawi ku li Kerkûkê hatiye dinê, li cihana ereb baş tê nasîn jî heye. Her wiha helbestvanekî tirk bi navê Tozan Alkan jî di festîvalê de cih digire. Alkan heta niha ji nivîskarên wekî Victor Hugo, Oscar Wild, William Blake, D. H. Lawrence û hwd. berhemên gelek nivîskaran wergerandiye tirkî.
Kesên wekî Raşîdah Îsmaîlî Abu Bakr, Pierre Yves Soucy, Tsead Bruinja, Peter Sragher, Aleksander Kabanov, Guido Oldani, Mathew Sweeny, Jose Luis Reina Palazon, Jesus Garcia Sanchez jî di festîvalê de cih digirin.
Helbestvan Husên M. Hebeş par li Colombiyayê beşdarî festîvala helbestan a li bajarê Medellinê jî bûbû.

Husên M. Hebeş
***
Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîşandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye.


