Diyarname
9’emîn Mîhrîcana Rojava ya Çand û Huner ku ji 15'ê berfanbarê hatibû dest pê kirin û heta 28'ê vê mehê dê bidoma, hat rawestandin.
HRRK'ê li Qamişloyê ev mîhrîcan dabû dest pê kirin û îro roja wê ya 11'an bû.
Komîteya Amadekar a Mîhrîcanê têkildarî mijarê li ser hesaba xwe ya medya dijîtal daxuyaniyek belav kir û diyar kir ku bernameya mîhrîcanê ya 3 rojên dawî hatiye taloqkirin.
Di daxuyaniyê de bal kişardine ser êrîşên dewleta Tirkiyeyê, li Qamişloyê gelek kesî canê xwe ji dest daye û ji ber vê yeKê wan bername rawestandiye.
Komîteya amadekar ji bo malbatên kesên canê xwe ji dest dane û ji bo hemû gelê hêrêmê sersaxî xwestiye û gotiye, "Wê her dem diruşma me 'Em ê li ber serê her şehîdekî sirûdeke azadiyê biçînin' be.”
Rewşenbîr û nivîskarên beşdarî mîhrîcanê bûbûn duh bernameya xwe betal kiribûn, îro komîteyê hemû çalakî dan rawestandin.
**
Nûçe û nivîsên eleqedar:
- Weşangerên kurd hatin kuştin
**
Hesabên Diyarnameyê
- twitter.com/diyarname1
- facebook.com/diyarname
- instagram.com/diyarname1
- youtube.com/diyarnamediyarname


