SILÊMANÎ
Yekîtiya Niştimanî Kurdistan (YNK) piştgiriya xwe ji bo rêveberiya xweseriya demokratîk a Kantona Cizîrê diyar kir. YNK’ê bang li hemû aliyên Rojavayê Kurdistanê kir ku beşdarî rêveberiyê bibin û piştgiriyê bidinê.
Berpirsiyarê Buroya Têkliyên Kurdistanê ya Yekîtiya Niştimanî Kurdistan (YNK) Mehmûd Hacî Salih di daxuyaniya xwe ya ku li ser malpera fermî ya Meclîsa Rêveberiya Partiyê hate weşandin ev tişt gotin: “Ji bo bidest xistina mafê kurdan ev gaveke girîng e. Yekîtiya Niştimanî Kurdistan (YNK) piştgiriya rêveberiya xweseriya demokratîk dike û dibîne ku ev berjewendiyên pêkhateyên herêmê pêk tîne û pêdiviya Rojava niha bi yekîtiyê heye.”
ANHA